Serlêdana hevdîtinê ya malbatan hate redkirin
Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatan hate redkirin.
Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatan hate redkirin.
Duh Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan ji aiyê Serzogeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasîsê Ocalan Mazlum Dinç ji bo hevdîtinê bikin duh serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dîsa jî birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emin Konar û wwişka Veysi Aktaş Sabiha Aslan jî bi heman armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.
Serlêdana hevdîtinê ya malbata hersê girtiyên din jî hate redkirin.
Dozgeriyê biryara dadgehê ya 22’ê Nîsanê weke hincet nîşan da û serlêdan redkirin.
Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş ku di 15'ê Adara 2015'an de wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û Hamîlî Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de çû Îmraliyê cara ewil di 5'ê Hezîrana 2019'an de çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.