'Ev yek destketiyek e, lê encama dawî nîne'

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Ûgûr Onûr diyar kir, encam serketineke bi têkoşînê jî be ev yek encama dawî nîne.

Ûgûr Onûr ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Maltepeyê 10'ê Çileya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kir. Ûgûr Onûr anî ziman, di dema berxwedanê de wî şahidî ji gelek tiştên mezin re kiriye û diyar kir, wan zanîbûn ku berxwedan wê rê li ber serketinê veke, bi vê têgihiştinê tevgeriya û kêm jî be dawî li tecrîdê anîn. Ûgûr Onûr destnîşan kir, nuqteya herî girîng a têkoşîna wan a li girtîgehan nirxên têkoşînê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

BERXWEDAN HER TIM RÊ LI BER SERKETINÊ VEDIKE

Ûgûr Onûr got, "Eger tecrîd kêm jî be ji holê rabû be ev yek nîşan dide ku nirxên têkoşînê yên Rêber Apo afirandine li girtîgehan şîn bûye. Di vê demê de bi rengekî kronîk em birçî bû bin jî ji aliyê manewî ve ji her demê bêhtir em têr bûn. Ya ku di vê pêvajoyê de em li ser piyan dihiştin, nirxên dîroka me ya têkoşînê û hêviya ji gelê me bû. Kêm jî be eger tecrîd ji holê hatibe rakirin ev yek nîşan dide ku kevneşopiya me ya berxwedanê çiqasî xwedî wateyeke mezin e. Vê pêvajoyê li rûpelên dîrokê nivîsand ku berxwedan her tim rê li ber serketinê vedike."

'TÊKOŞÎN YEKPARE YE'

Ûgûr Onûr der barê encamên çalakiyê û pêvajoya ji niha û pê ve got, "Dema ku mirov rastiya me ya civakî û konjoktura siyasî ya Tirkiyeyê dinirxînin, dibînin ku gelê Kurd navenda azadî û aştiyê ya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Hem desthilatdariyên navneteweyî hem jî yên herêmî ev yek bi rengekî vekirî dîtin. Meşandina têkoşînê dibe ku cuda be lê belê yekpare ye. Vê pêvajoyê gelek destketî afirand, lê belê encam nîne. Ji ber ku encama têkoşîna me bi azadiya Rêberê me û pêkhatina şoreşa Kurdistanê pêkan e. Gelê Kurd û hêza wê ya pêşeng bi vê hêviyê barê pêvajoyê dan ser milê xwe û wezîfeya xwe bi cih anîn. Lê belê ji bo serketineke giştî divê gelê me bi hêza xwe bi perspektîfa têkoşînê ya ku xwe dispêre hêza xwe vê pêvajoyê bi rê ve bibe. Rêbaza bingehîn a vê yekê jî bicihanîna gotinên Rêber Apo ye, mezinkirina paradîgmaya wî ye. Pêvajo wê ji bo me bibe destketî û azadiya gelan wê bi ser bikeve."

'TÊKOŞÎNA ME ÊŞÊN ME JI HOLÊ RAKIR'

Ûgûr Onûr qala pêvajoya çalakiyê kir û bi bîr xist ku di wê demê du caran hewl hate dayin ku îradeya wan têk bibin. Ûgûr Onûr diyar kir, "Di vê demê de nexweşiyên; tengavbûna dil, êşa mîdeyê, serêşî, êşa li masûlkeyan, emel rû da. Wê demê nexweşiyeke biçûk li me rû bida jî personelên tenduristiyê li şûna çareserkirina pirsgirêkên me hewl didan vê yekê weke firsendê bi bkar bînin û çalakiya me têk bibin. Ji ber vê yekê jî gelek caran hewl dan me bêhêvî bikin û bi pirsgirêkên tenduristiyê re me bixin nava fikara şexsî. Lê belê vê yekê bandor nekir. Yên ku em li ser piyan hiştin nirxên me yên moralê bûn. Girêdana me ya bi têkoşîna me re êşên me ji holê rakir."