ROJEVA 16'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Hezîrana 2019'an.
- Ji çalakgerên greva birçîbûnê Ûgûr Onûr diyar kir, encam serketineke bi têkoşînê jî be ev yek encama dawî nîne.
- Mehên dawî yên sala 2005'an li herêma Ş. Bêrîtan gerîla Agir Bîngol ji bo pirsa "Hêvî çi ye?" bersiveke wiha da: Hêvî kêliyek beriya mirinê nêrîna hevrê ye.
- Civîna Bilind a G20 wê di navbera 28-29'ê Hezîranê de li Japonyayê pêk were. Pirsgirêkên civakî û aborî yên bi extiyarbûna nifûsa dinyayê re derkevin holê wê rojeveke sereke ya civînê be.
- Komeleya Xweza û Bisikletê ku li Cizîrê ava bûye, ji bo hesasiyeta xwezayê bi mirovan re biafirîne û bi bikaranîna bisikletê re mirovan tevlî xwezayê bike aktîvîteyan pêk tîne. Mirovên di gelek beşên civakê de li nava van aktîvîteyan li hev dicivin.
- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hişyarî da ku şewba ebola ya li Komara Kongo ya Demokratîk metirsîdar e û diyar kir, "Ji bo dinyayê rewşeke lezgîn nîne."