HDP: Di hilbijartina TBB’ê de neheqî li HDP’ê hate kirin

HDP’ê diyar kir ku di hilbijartina Yekîtiya Şaredarên Tirkiyeyê de (TBB) de neheqî li HDP’ê hatiye kirin.

Hilbijartina Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) bi dawî bû ya ku li Enqereyê pêk hat. Di encama hilbijartinê de 9 encumen ji AKP'ê re, 4 encumen ji CHP'ê re û 2 encumen jî ji MHP'ê re hatin veqetandin û biryar hat dayîn ku ji HDP'ê re encumen neyê veqetandin. Li ser vê yekê Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen jî di nav de heyeta HDP'ê hilbijartinan şermezar kir û ji eywana ku hilbijartin lê pêk dihat veqetiyan.

Hevşaredar Bîlgen têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bi biryara hevpar a endamên AKP, CHP û MHP'ê encumen ji HDP'ê re nehat veqetandin û bertek nîşanî biryarê da. Bîlgen destnîşan kir ku bi tunehesibandina HDP'ê rêveberiyê ava kirin û wiha got: "Di şertên asayî de Hilbijartinên Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê li gorî gelheya şaredarî û dabeşiya herêman tê kirin. Lê tenê encumenekî jî nedan HDP'ê. Ji ber ku li derveyî usûlê tevgeriyan û me tune hesibandin û rêveberî ava kirin. Me jî hilbijartin şermezar kir."