ROJANE
Hemû Nûçe
-
Samiyan: Ambargoyê li ser Tirkiyeyê pêk bînin
Gelê xwecihî yê Îskandinavyayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û daxwaza pêkanîna ambargoya ya li dijî dewleta Tirk kirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo çalakiyan bang hate kirin
Însyatîfa Hevgirtina Rojhilat a bi Berxwedana Rojava re banga tevlîbûna çalakiyên ku piştî nimêja Înê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin kir. -
DYE û Rûsyayê biryara şermezarkirinê veto kir
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşnûmaya li ser şermezarkirina êrîşên dagirker gelek welatan piştgirî dan lê DYE û Rûsyayê veto kir. -
Macron: Bi êrîşan re metirsiya ji nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê heye
Serokkomarê Fransa Macron hişyarî da ku bi êrîşên dagirker ên Tirê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re metirsiya ji nû ve zindîbûna DAÎŞ’ê heye. -
Gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wan bi rengekî xurt li ber xwe didin. -
Polîsan êrîş bire ser bîranîna 10’ê Cotmehê
Polîsan êrîş bire ser girseya gel a dema kesên di Qetlîama Enqerê de şehîd bûbûn bibîr dianîn bi dirûşman destek dida Rojava. Polîsan gelek kes bi lêdanê destgîrkirin. -
Norweç êdî wê çekan nefiroşe Tirkiyeyê
Norweçê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku wan firotina çekan a ji Tirkiyeyê re dane sekinandin. -
Swêd û Danîmarkayê bangî sefîrên Tirk kir
Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û sefîrên Tirk vexwend Wezaretên Karên Derve. -
NY nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da
Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û nerazîbûn nîşanî operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. NY got ku “Wê ev operasyon bibe sedema kuştina sivîlan û wê DAÎŞ dîsa zindî bibe.” -
Fransa Sefîrê Tirk vexwend
Piştî êrîşên dagirkirinê yên li hember Kurdan Sefîrê Tirk ê Fransa hate vexwendin. -
Îsraîlê dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, li ser Twîtterê peyamek da ‘dagirkeriya li ser deverên Kurdan’ şermezar kir. -
Li Amedê 24 HDP'yî hatin destgîrkirin
Li Amedê polîsên Tirk êrîş birin ser Nobeta Demokrasiyê, gelek kes birîndarkirin û 24 rêveber û endamên HDP'ê destgîr kirin. -
Çalakiyên li derveyî welat berfireh dibin: Ji Rojava bicehime!
Li Swêd, Kanada û Awûstralyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. -
Heyva Sor a Kurdistanê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, bang li saziyên alîkariyê yên navnetewî kir ku pêşî li dagirkeriya Tirk bigirin. -
HDP: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya da ku desthilata AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer eniyeke demokratîk were avakirin. -
Îran: Bila êrîş tavilê bên rawestandin
Îranê bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê rawestînin û yekîneyên xwe vekişîne. -
Ermeniyên Fransayê: Bes e ji rejîma Erdogan û panturkîzmê re
Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî ya Fransayê (CCAF) ji bo bidawîbûna rejîma Erdogan û panturkîzmê bang kir. -
Ehmed li Parlamenta Ewropayê axivî: Bila Tirkiye bê cezakirin
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîna çapemeniyê de axivî. Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin. -
Li Amedê polîsên Tirk êrîş anîn, 20 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê polîsên Tirk êrîş anîn ser çalakiya Nobeta Demokrasiyê, derb li hin wekîlan dan, gelek kes hatin destgîrkirin. -
Kurdên li Erşovê dagirkeriya Tirk şermezar kriin
Kurdên li Erşovê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyekê şermezar kirin. -
Yekîtiya Ereb wê Şemiyê bi rengekî lezgîn kom bibe
Piştî ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, Yekîtiya Ereb biryar wergirt ku Şemiyê bi rengekî lezgîn kom bibe. -
Saziyên Êzidiyan ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê bang kirin
Saziyên civaka Êzidî ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin. -
Siyasetmedar û akademîsyenan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Saziyên civakî yên sivîl, siyasetmedar û akademîsyenên li qada navneteweyî gotin, "Ji dewleta Tirk tê ku paqijiya etnîkî bike" û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê. -
Mogherînî: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi kêrî DAÎŞ'ê bên
Parlamenta Ewropayê ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê bi rengekî awarte li hev kom bû. Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî li civînê got, êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê. -
Dagirkerî di rojeva Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Swêdê de ye
Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamenta Swêdê wê îro (Pêncşem) êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne.