Fransa Sefîrê Tirk vexwend

Piştî êrîşên dagirkirinê yên li hember Kurdan Sefîrê Tirk ê Fransa hate vexwendin.

Çavkaniyeke dîplomatîk ê ji AFP’ê re axivî, Wezareta Karê Derve ya Fransa Sefîrê Tirk Îsmaîl Hakki Mûsa vexendiye. Vexwendina sefrî jî aliyê sefîr Îmaîl Hakki Mûsa ve jî hate piştrastkirin.

Di vê navê de Wezîrê Artêşê yê Fransa Florence Parly li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Operasyona dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeteriye. Ji bo aramiya Kurdan xeterî ye. Ji ber ku ev wê bi kêrî DAÎŞ’ê bê. Divê operasyon bê rawestandin."

Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan jî got: “Operasyona yek alî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê daye destpêkirin şermezar dikim. Divê operasyon bê rawestandin.