NY nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê da

Neteweyên Yekbûyî daxuyanî û nerazîbûn nîşanî operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. NY got ku “Wê ev operasyon bibe sedema kuştina sivîlan û wê DAÎŞ dîsa zindî bibe.”

Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Serbixwe a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew ji ber operasyona Tirkiyeyê bi fikar in.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Ev şer dikare bandora li bi sed hezaran sivîlan bike û bibe asteng ku alîkariyên mirovî negihêjin sivîlan.

Di heman demê de li van qadan 100 hezar kes hene yên ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re çêbûne. Ev kes li kampên wekî El Hol, Roj û Eyn Îsayê ne. Ev mirov dibe ku radîkaltir bibin.

Vê operasyona leşkerî ya li ser herêmê dibe ku bibe sedem DAÎŞ ji nû ve zindî bibe.

Komîsyona me diyar dike ku li Sûriyeyê bi metodên leşkerî çareserî pêk nayê. Em bang li hemû aliyan dikin ku bila şîddetê bidin sekinandin, sivîlan û hiqûa mirovayetiyê biparêzin.”