Kurdên li Erşovê dagirkeriya Tirk şermezar kriin

Kurdên li Erşovê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Kurdên li Erşovê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşa qirker û dagirker a Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. 

Kurdên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Erşovê komî ser hev bûn bi dirûşmeyên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Yek ji rêveberê Meclîsa Gel a Erşovê Mirzaelî Yusubov got, ''Em Kurdên li Rûsyayê dijîn bang li Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dikin ku li dijî vî şerê qirêj li dijî dewleta Tirk bibe xwedî helwest. Armanca vê êrîşa li ser Rojava ku di salvegera Komploya Navnetewî 9'ê Cotmehê de hatî destpêkirin qirkirina Kurdan e.''