Saziyên Êzidiyan ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê bang kirin

Saziyên civaka Êzidî ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya hevpar de bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî û her mirovên demokrat hate kirin ku 12'ê Cotmehê dengê xwe ji bo azadî û demokrasiya gelan bilind bikin.

Saziyan diyar kirin, divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê ew li her deverê bi rengekî girseyî beşdarî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de girîngiya şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bi saya şoreşa Rojava yekîtiya gelan hatiye afirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê gelê me û saziyên me yên li Ewropayê û derveyî Ewropayê, her kesên ku dibêje 'ez mirov im' beşdarî çalakiyên 12'ê Cotmehê bin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin."

Saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:

NAV YEK ( Navenda Yekîtîya Komelên Êzdiya )

SMJÊ (Siwana Meclise Jinén Êzidi Ewropa )

HCÊ ( Hevgirtina Ciwanén Êzidi )

MŞD ( Meclisa Şengalê ya Diaspora )

NÇÊ ( Navenda Çanda Êzîdxan )

YÊS (Yekîtîya Êzdiyên Sûriyê )

Meclisê Gundê Êzdiyên Bakur