ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya DYE'yê li pey hev daxuyanî da: Zext tê zêdekirin
Piştî biryara pêkanînên aboriyê yên li dijî Tirkiyeyê tê gotin ku DYE'yê zext li Enqereyê kiriye ji bo agirbestê, naxwe jê re ragihandiye ku wê pêkanîn bên girankirin. -
Li Strasbourgê Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava bû
Piştevaniya bi Rojava re her mezin dibe. Li Strasbourgê bi dehan partî û rêxistinak Kolektîfa Piştevaniya Rojava ava kirin. -
Lîstikvanê Tirk ê pesnê dagirkeriyê da şandin malê!
St. Paûlî a yek ji tîmên lîga duyemîn a Elmanyayê ye, ragihand ku têkiliyên xwe yên bi lîstikvanê Tirk Cenk Şahîn ê pesnê êrîşa dagirkeriyê ya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû, qût kiriye. -
Pentagon: Ji bo di asta NATO’yê de guşar bên kirin em zextê bikin
Wezareta Parastinê ya DYE'yê diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê ya Tirk 'nayê qebûlkirin', ragihand ku wê li dijî Enqerê ya di encama êrîşan de ji revîna DAÎŞ'iyan berpiryar e, ji bo di asta NATO'yê de guşar bên kirin, wê zextê bikin. -
BERXWEDANA DÎROKÎ DI ROJA 6'AN DE YE
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedana dîrokî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de ye. -
EPP a koma herî mezin a PE: Divê demildest Tirkiye vekişe
Partiya Gel a Ewropa (EPP) a koma herî mezin a parlemento û endamê partiya çep a Parlementoya Ewropayê (PE) ye, êrîşên dagirker mehkûm kir û daxwaz kir ku demildest hêzên Tirk vekişin. -
NY: Wê bibe sedemê DAÎŞ'î azad bibin
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’yê banga bidawîbûna operasyonên leşkerî kir û got: “Operasyona leşkerî ya heyî, wê bibe sedemê azadbûna DAÎŞ’iyan.” -
Yekîneya Tolhildanê sabotaja Izmîr-Aydinê anî ser xwe
Komeke ku navê Yekîneyên ''Tolhildanê yên Şehîd Çiyager - Şehîd Zeryan'' li xwe kirî çalakiya sabotajê ya 12'ê Cotmehê ya li ser rêya otoyê ya Izmîr-Aydinê anî ser xwe. -
Li Emerîka û Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Los Angeles ê Emerîkayê û li gelek bajarên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. -
Li Moskow, Tokyo û Lîmasolê dagirkerî hat protestokirin
Dagirkeriya qirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li patext Moskow a Rûsyayê, Tokyo ya Japonya û li bajarê Lîmasolê ya Qibrisê hate şermezarkirin. -
Lîderê Partiya Çep: Divê pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin
Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi helwesteke lawaz tevdigerin û got, "Divê êdî dawî li vê bê anîn û pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin." -
17 salî ye, 12 caran hatiye destgîrkirin
Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Endamên TCŞ'ê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
Li bajarên Bielefeld, Giesen ên Elmanyayê û li bajarên Zurich û Bern ên Swîsreyê çalakî pêk hatin. -
Gerîlaya YJA Starê Handelmann li Berlînê hate bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Almûth Sarah Handelmann (Sara Dorşîn) ku ji ber bombardûmana artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Berlînê hate bîranîn. -
Li London, Hannover û Torontoyê çalakiyên li dijî dagirkeriyê
Li paytexta Îngilistan Londonê, li bajarê Hannover ê Elmanyayê û bajarê Toronto yê Kanadayê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. -
Ciwanên Kurd li Îzmîrê li dijî dagirkeriyê li kolanan bû
Ciwanên Kurd ên li Îzmîrê daketin kolanan êrîş û qirkirina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. -
Li Berlîn, Hambûrg û Frankfûrtê bi hezaran daketin qadan
Li paytexta Elmanya Berlîn û bajarê Hambûrgê bi hezaran kesên daketin qadan êrîşên qirker ên dewleta Tirk protestrokirin. -
BERXWEDANA GELAN DI ROJA 5'AN DE YE
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana dîrokî ya gelan roj bi roj mezin dibe. -
Însyatîfa Gelê Kurdistan: Em dikevin tevgerê!
Însyatîfa Gelê Kurdistan, ragihand ku li dijî êrîşên qirker û hovan e yên dewleta Tirk a dagirker wê bikevin tevgerê. -
Di salvegera 7’an a HDP’ê de polîsan êrîş bire ser wan
Polîsan êrîş bire ser girseya ku bi boneya 7’emîn salvegera damezirandina HDP’ê kom bûbûn. -
Êrîşên dagirkeriyê li Helsîngborgê hatin şermezarkirin
Kurdan tevî dostên xwe li bajarê Helsîngborg ê Swêdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek pêk anîn. -
Li Cizîrê û Silopyayê terora polîsan Tirk
Polîsên Tirk li Cizîr û Silopyayê terora destgîrkirinê kirin, bi ser malan de girtin endameke Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê û du birayên 70 salî destgîr kirin. -
Gelên Xwecihî: Bila Tirkiye ji Rojava û ji Kolombiyayê bicehime!
Nûnerên gelên xwecihî yên Kolombiyayî bi zimanekî tund êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li Tirkiyeyê kirin ku hem ji Rojava, hem jî ji Kolombiyayê derkeve. -
IRFR bang li Trump kir: Li ber qirkirinê rabe
Bi dehan saziyên olî bi navê International Religious Freedom Roundtable ji bo Donald Trump nameyek nivîsî û banga "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêlin" kir. -
JI ANF’Ê HIŞYARÎ
Têkildarî nûçeya ANF’ê ya bi sernavê ‘Di şerê li Serêkaniyê de 75 leşkerên Tirk hatine kuştin’ sererastînek hate kirin.