Heyva Sor a Kurdistanê dagirkeriya Tirk şermezar kir
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, bang li saziyên alîkariyê yên navnetewî kir ku pêşî li dagirkeriya Tirk bigirin.
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, bang li saziyên alîkariyê yên navnetewî kir ku pêşî li dagirkeriya Tirk bigirin.
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û got, ‘’Banga me ew e ku civaka navneteweyî û saziyên alîkariyê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û peşî li dagirkerîyê bigrin. ‘’
Daxuyaniya Heyva Sor wiha ye:
‘‘Dewleta Tirk û çeteyên wê ne exlaq û ne jî pîvanên şer nas dikin. Li Rojava jin, zarok û extiyar jî di navê de sivîlan dikin hedef.
Bi bombekirina deverên sivîlan ewlehiya can û malên sivîlan tê tinekirin. Ev yek jî bêexlaqiya wan nîşan dide. Em komkujî û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar dikin. Berpirsiyariya civaka navneteweyî ew e ku li pişt gelê Kurd bisekine.
Heyva Sor a Kurdistanê bi hemû derfetên xwe ve wê ji bo gelên Rojava alîkarîya mirovî bike.
Saziyên alîkariyê yên navneteweyî divê li dijî sedema van felaketan jî têbikoşin.
Banga me ew e ku civaka navneteweyî û saziyên alîkariyê li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û peşî li dagirkerîyê bigrin. ‘’