Swêd û Danîmarkayê bangî sefîrên Tirk kir

Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û sefîrên Tirk vexwend Wezaretên Karên Derve.

STOCKHOLM

Wezareta Karê Derve ya Danîmarkayê, Sefîrê Tirkiyeyê yê li Danîmarkayê Ûgûr Kenan Îpek vexwend û dagirkeriya Tirkiyeyê protesto kir.

Şêwirmendê Çapemeniyê yê Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Anders Vestergaard Kaldan ev protesto bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew operasyona Tirkiyeyê şermezar dikin û divê Tirkiye operasyonê bide sekinandin.

SWÊD

Swêdê jî bangî sefîrê Tirk Hakki Emre Yûnt kir. Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT’yê hişyarî kir ku ew ê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Sûriyeyê rê li ber encamên giran veke.

Lînde got ku” Di vê rewşê de wê Kurd gelekî bitengijin. Bêyî Kurdan me nedikarî em DAÎŞ’ê têk bibin. Vê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojava jî li dijî hiqûqa navneteweyî sûc e. Em bangî Tirkiyeyê dikin ku bila vê operasyonê bidin sekinandin.”