Norweç êdî wê çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Norweçê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku wan firotina çekan a ji Tirkiyeyê re dane sekinandin.

Norweç a ku ew jî di nav NATO’yê de ye û mutefîkê Tirkiyeyê ye, îrod daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate dayîn. Hate diyarkirin wê wan firotina çekan a ji Tirkiyeyê re dane sekinandin.

Şefa Dîplomasiya Norweçê Îne Erîksen Soreîde ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku heta biryarekenû wan firotina materyalên şer dane sekinandin.