Ermeniyên Fransayê: Bes e ji rejîma Erdogan û panturkîzmê re

Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî ya Fransayê (CCAF) ji bo bidawîbûna rejîma Erdogan û panturkîzmê bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CCAF de hate gotin, "Operasyona ji aliyê Enqereyê ve hate destpêkirin domdarkirina belavkarî û krîmînal a rejîma Erdogan a panturkîzmê ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ermeniyên ku mexdûrên qirkirina destpêkê ya sedsala 20'an de wê ti carî serê xwe li ber vê qederê netewînin. CCAF piştevaniya berxwedana Kurdên YPG'î dike ku ji ber çalakiyên wan ên bi biryar ên li dijî cîhadîzmê demokrat û hêzên pêşverû hemû deyndarê wane." Di daxuyaniyê de piştgirî ji Fransayê de hate dayin ku dagirkeriya Tirk xiste rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.