Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo çalakiyan bang hate kirin

Însyatîfa Hevgirtina Rojhilat a bi Berxwedana Rojava re banga tevlîbûna çalakiyên ku piştî nimêja Înê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê bê lidarxistin kir.

Însîyatîfa Hewgirtina Rojhilat a bi Berxwedana Rojava peyamek da bang li hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê kir û vexwendin çalakiyên sibe piştî nimêja Înê ku li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin kirin.

Di bangewaziya de însiyatîfê bal kêşaye ser metirsiyên êrîşa dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê û gotiye: “Erdoganê ku nekarî bi rêya DAÎŞ’ê gelê qehreman yê Rojava binbixe vê carê bixwe rasterast ketiye nav û dixwaze karê nîvçemayî yê DAÎŞ’ê temam bike.”

Însîyatîfê diyar kir ku li seranserê cîhanê Kurdan û tevahî azadîxwazan ji bo xwedî derketin li Rojava daketine qadan.

Her wiha di bangeqaziyê de helwesta gelê Rojhilat a li beramberî berxwedana Kobanê ev hatiye gotin:“Pêwîste ku gelê Rojhilatê Kurdistanê jî çawa ku berê di dema berxwedniya Kobanê de helwesta xwe ya xwedîderketina Rojava raber kiribû vê carê jî pêwîste ku hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê nîşan bide.”

Di dewam de însyatîfê ji gelê Rojhilatê Kurdistanê xwestin ku sibe li hemû bajêr û bajarokan piştî nimêja Înê ji bo xwedî li gelê Rojavayê Kurdistanê derkevin û êrîşên dagirkeriya dewleta faşîstê Tirk mehkûm bikin dakevin qadan.

Însyatîfê destnîşankirin ku gel piştî nimêja Înê û dema ji mizgevtê derdikevin bila dirûşmeyên ku ser esasê xwedî derketin li gelê qehreman yê Rojava û mehkûmkirina êrîşên dewleta Tirk qîr bikin û ji derveyî mizgeftan çalakiyan bikin. Hate bibîrxistin ku ev bangewazî ne girêdayî ti sazî û aliyekê ye û bang li hemû beşên civakê hate kirin ku cihê xwe di çalakiyan de bigirin.

Gotina ‘Çawa ku ji bo kombûna nimêja Înê xwedê destûr daye, destûra xwedîderketina li gelê Rojava jî wijdana mirovahiyê daye.’ ya di bangawaziyê de bal kişand.

Sibe piştî nimêja Înê li ber derê hemû mizgeftan çalakî destpê dike.