Li Amedê polîsên Tirk êrîş anîn, 20 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê polîsên Tirk êrîş anîn ser çalakiya Nobeta Demokrasiyê, derb li hin wekîlan dan, gelek kes hatin destgîrkirin.

Nobeta Demokrasiyê ya Amed û Wanê ya di roja 52'an de ji hêla polîsên Tirk ve hate astengkirin, nehiştin ku rojnamevan nêzî qada çalakiyê bibin.

Li gel terora polîsan jî çalakger li hev kom bûn. Li ser vê polîsan gotin, ''di nav 5 deqeyan de hûn belav nebin'' ew ê êrîşê bînin ser wan. Li ser vê girse ber bi avahiya bajêr a HDP'ê ve meşiya.

Dema ku girseyê xwest ku li ber HDP'ê rûnê polîsan êrîşeke tund bire ser wan. Derb li wekîlên HDP'ê Mûsa Farisogulari û Dersim Dag xistin, gelek kes hatin destgîrkirin û her wiha gelek kes birîndar bûn.

Polîsan bi jopan û TOMA'yan êrîşe bire ser çalakgeran. Polîsan her wiha êrîş bire ser nûçegihanan, derb li gelek nûçegihanan dan û kamerayên wan şikandin. Di nav birîndaran de nûçegihanê Ajansa Mezopotamayê Fethî Balaman jî heye. Derdora 20 kesî hatin destgîrkirin.