Mogherînî: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi kêrî DAÎŞ'ê bên

Parlamenta Ewropayê ji bo nirxandina êrîşên dagirkeriyê bi rengekî awarte li hev kom bû. Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî li civînê got, êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê.

Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Ewlekariyê Berpirsyar Federîca Mogherînî li Parlamenta Ewropayê di civîna awarte de ya der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk axivî.

Mogherînî destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê wê herêmê nearam bikin û diyar kir, ku Kurd li herêmê ewlekariyê dikin.

Mogherînî anî ziman ku ew dixwazin di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de rewşeke demokratîk ava bibe û ji bo vê jî hem 28 endamên Yekîtiya Ewropayê hem jî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo dest li rewşa nû werdin ew di nava hewldanan de ne.

Mogherînî diyar kir, ku êrîşa Tirkan dibe ku rewşa dramatîk a li Sûriyeyê bêhtir dramatîk bike û got, "Destwerdaneke welê ye ku bandorên wê yên neyînî wê ne tenê însanî bin, dibe ku xwedî bandorên neyînî yên polîtîk û stratejîk bin."

Mogherînî destnîşan kir ku ew ji Tirkiyeyê dixwazin ku tavilê dawî li çalakiya leşkerî ya yekalî bîne û got, ev êrîş gefê li serketina li dijî DAÎŞ'ê dixwe.

Mogherînî ragihand, êrîş dikare têkiliya Koalîsyona Navneteweyî ya bi hêzên herêmî re bi taybetî bi Kurdan re bixe rewşeke bi pirsgirêk û destnîşan kir ku ev êrîş wê bi kêrî DAÎŞ'ê bê.

Mogherînî got, "Halbûkî DAÎŞ ne tenê li herêmê, gefê hîn jî li Yekîtiya Ewropayê û dinyayê dixwe" û diyar kir, haya wan jê heye ku Tirkiye di asta navîn de dixwaze çi bike.

'NABE KU MAFÊN GELÊN XWECIHÎ BÊ BINPÊKIRIN'

Mogherînî bi bîr xist ku Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi 3 milyar Euroyî alîkarî bi Tirkiyeyê re kirine û got, "Binpêkirina mafên civakên xwecihî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê qebûlkirin."

Mogherînî destnîşan kir ku bi dawîkirina çalakiyên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanca wan a destpêkê ye û destnîşan kir, ku divê ew giraniyê bidin ser peydakirina rêyeke çareseriyê ya di bin kontrola Yekîtiya Ewropayê de.

Mogherînî diyar kir, ji bo civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê ku Duşemê wê li Luksembûrgê pêk were wan ji Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê xwestine tevlî bibe.

Mogherînî her wiha bi bîr xist ku Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kom bûne. Mogherînî destnîşan kir ku wê guhertina demografîk a li herêmê qebûl nekin.