Li Amedê 24 HDP'yî hatin destgîrkirin

Li Amedê polîsên Tirk êrîş birin ser Nobeta Demokrasiyê, gelek kes birîndarkirin û 24 rêveber û endamên HDP'ê destgîr kirin.

Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakgerên Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê ku di roja 52'an de berdewam dikir. Dema ku girse ber bi avahiya bajêr ve meşiya polîsan êrîşeke tund bire ser çalakgeran, 2 wekîlên HDP'ê û nûçegihan jî di nav de gelek kes hatin birîndarkirin û bi kêmanî 24 kes hatin destgîrkirin.

Kesên ku hatin destgîrkirin: Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, Alîkarê Hevseroka M. Sayît Demîr, Rêvebera HDP’ê ya Amedê Haler Carûş, Endamê Meclîsa Partiyê Şahîn Tanrikûlû.

Hevşaredarê Licê Rûken Yilmaz, Hevserokê HDP’a HDP’ê ya Baglarê Fatmaz Kavmaz, Hevserokê HDP’ê Karazê Zulkuf Bîrgul,  Hevşaredarê Karazê Kasim Pervan, Rêveberê HDP’ê Hênê Îbrahîm Kaya, Endamên MeclîsaAmedê Nevrîye Çûr, Ceylan Aslan, Şehrîban Zûgûrlû, Endamên HDP’ê Tahsîn Donat, A. Bahrî Bavlay, Emîne Kaya, Zekî Kanay, Mahmût Azarak, Yûnûs Ozdemîr, Mûhammed Erkîs, Huseyîn Aytekîn, Yûsûf Andan, Yûsûf Ziya Yavûz, Arzû Kizilkaya û Şîrîn Aslan.