Îran: Bila êrîş tavilê bên rawestandin

Îranê bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê rawestînin û yekîneyên xwe vekişîne.

Wezareta Karên Derve ya Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û 'fikarên' xwe yên der barê encamên êrîşa Tirk ên li qada însanî anî ziman û diyar kir, "Divê êrîş tavilê rawestin û leşkerên Tirk yekîneyên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê vekişînin."

Wezaretê ragihand ku ew fikarên Tirkiyeyê yên li qada ewlekariyê fêhm dikin, lê belê çareseriya vê yekê tedbîrên leşkerî nîne.

LARÎCANÎ SERDANA LI ENQEREYÊ BETAL KIR

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA'yê Serokê Parlamentê Alî Larîcanî piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Sûriyeyê serdana xwe ya li Enqereyê betal kir.

ÇÎNÊ JI BO HURMETA LI YEKPAREBÛNA XAKÊ BANG KIR

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shûang bang li dewleta Tirk kir ku hurmetê nîşanî serweriya Sûriyeyê bide.

RÛSYAYÊ PÊŞNIYARA NAVBEYNKARIYÊ KIR

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî pêşniyar kir ku ji bo hevdîtinên navbera Sûriye û Tirkiyeyê navbeynkariyê bike.

Lavrov got, "Em ê ji niha û pê ve destnîşan bikin ku divê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de diyalogek pêk were."