Gel li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wan bi rengekî xurt li ber xwe didin.

01:17

 

01:05

Di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de ya li navçeya Til Helf sivîlek mir û sivîlek jî birîndar bû.

00:49

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan gundê Şewarxe û kelha wê ya navçeya Şera ya Efrînê bombe dike.

00:48

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi topan êrîşî gundên bakur rojhilatê Minbicê dikin.

00:47

 

00:11

 

00:11

Li Gundê Eyn Dîwarê di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.

 

23:01

Fransa bi armanca nirxandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga civîna lezgîn li koalîsyona navnetewî kir.

22:55

 

22:47

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşnûmaya li ser şermezarkirina êrîşên dagirker gelek welatan piştgirî dan lê DYE û Rûsyayê veto kir.

 

22:38

Fransa ji bo ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxînin, banga civîna lezgîn li koalîsyona navneteweyî kir.

22:34

Li Qamişloyê di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Kanîwar Beşîr Elî û Delîl Ebdulmecîd Elî birîndar bûn.

22:33

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li Serêkaniyê dide û balefiran jî bomberdûman kir. Li ser bajêr balefirên şer û balefirên keşfê digerin. Balefiran li gundê Til Tişrînê yê Dirbesiyê dan.

22:31

Balefirên şer ên artêşa Tirk derdora Serêkaniyê bomberdûman dikin.

22:31

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje Dêrikê û gundên sînor. QSD jî bi top û fuzeyan bersivê dide wan.

22:05

LI SERÊKANIYÊ 150 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li Serêkaniyê heta niha bi qasî ku hatiye tespîtkirin herî kêm 150 çete hatine kuştin. 9 çete bi saxî hatin girtin. Şer heta vê gavê didome.

21:53

Li gundên Ceblê, Hemra, Til Torîn û Boxazê yên Minbîcê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran heye. Dagirkeran bi çekên giran êrîşî Til Torîn û Boxazê kirin. Meclîsa leşkerî bersiveke tund dide êrîşan.

21:51

Serokwezîrê Ermenistanê Paşîngan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bangî civaka navneteweyî kir û xwest divê kesên sivîl werin parastin.

21:41

Dema tankeke artêşa Tirk a dagirker xwest têkeve gundê Yabîse ya Girê Spî hate îmhakirin.

21:40

Li ser Dêrikê balefirên şer û ên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker digerin.

21:20

Di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê, li gundê Boxazê yê Minbîcê şerekî giran heye.

21:02

Li Efrînê li navenda çeteyên El Cebha El Şamiya teqînek pêk hat. Hejmara çeteyên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

20:52

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundê Delavê Kera ya Girkê Legê dike. Şervanên QSD’ê bi çekên giran bersivê dide êrîşan.

20:21

Şervanên QSD’ê li derdora gundê Ziyaretê yê Kobanê ji 3 milan ve li qereqola artêşa Tirk da. Gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Teqîneke mezin pêk hat.

20:11

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema xwestin bi wesayîta zirxî derbasî gundê Yabîse ya Girê Spî bibin, şervanên QSD’ê wesayîta wan teqand.  Piştî berxwedana QSD’ê çete reviyan.

20:08

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Zêhriyê ya girêdayî Dêrikê bomberdûman dike. Şervanên QSD’ê bi çekên giran bersivê dide êrîşên dagirker.

20:05

Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji nexweşên sivîl re hate girtin.

19:49

Dema artêşa Tirk a dagirker xwest ji aliyê Sêgirka ya Qamişloyê sînor derbas bike, şervanên QSD’ê derbên xurt li wan da.

19:48

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran Qamişloyê bomberdûman dike.

19:13

60 parlementerên Ewropayê bi deklarasyoneke hevpar nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

19:08

Balefirên şer ên artêşaa Tirk a dagirker li Serêknaiyê nexweşxane û navendên tendirustiyê bomberdûman dike.

19:07

Artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Baciliyê ya li rojhilatê Girê Spî êrîşeke hewayî li dar xist. 4 kesen sivîl şehîd bû nû 4 kes jî birîndar bûn.

19:06

QSD: Li Serêkaniyê 6 leşker hatin kuştin. Cenazeyê wan di destê şervanên me de ye

19:05

Norweçê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku wan firotina çekan a ji Tirkiyeyê re dane sekinandin.

18:39

Şervanê QSD’ê li baregeha dewleta Tirk a dagirker da ya ku li hemberî gundê Qesir Dîb ê Dêrikê ye. Di vê çalakiyê de 3 leşker mirin û 17 leşker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker ji vê derê êrîşî Rojava dikir.

18:25

Şervanê QSD’ê li baregeha dewleta Tirk a dagirker da ya ku li hemberî gundê Qesir Dîb ê Dêrikê ye. 5 leşker birîndar bûn.

18:24

Li Girkê Legê tankek û wesayîteke zirxî hate îmhakirin.

18:14

Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê bi TIR’an tank û wesayîtên zirxî û bi otobusan jî leşker anî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê

18:12

Artêşa Tirk a dagirker û çetên wê êrîşî gundê Şewarxe yê Şeraya Efrînê kirin.

18:11

Li gundê Cebilhawa yê Dêrikê di navbera şervanên QSD’ê û leşkerên Tirk de şer çêbû. Di vî şerî de 3 leşker hatin kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.

18:10

Şervanê QSD’ê li baregeha dewleta Tirk a dagirker da ya ku li hemberî gundê Qesir Dîb ê Dêrikê ye.

17:57

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, li bakurê navçeya Çilaxa gundê Dêrna Axê bomberdûman dike ya ku 2 hezar malbat lê dijîn.

17:47

Artêşa Tirk a dagirker qada Qidûrbeg a Qamişloyê bomberdûman kir. Divê bomberdûmanê de dayika ku hewl da zarokê xwe bibe nexweşxaneyê, hate qetilkirin û kurê wê jî lingê wî jêkirin. Li Serêkaniyê jî sivîlek bi giranî birîndar bû.

17:45

Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û sefîrên Tirk vexwend Wezaretên Karên Derve.

17:07

Endama Koordînasyona KJK’ê Rewşen Merdîn têkildarî êrîşa dewleta Tirk a faşîst a AKP’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî got; “Çawa ku Serokatî bi kompleyek ji Rojhilata Navîn derxistin, di roja me ya îro de jî ev komplo berdewam dike û ev êrîş jî perçeyek yê vê komployê ye. Wê demê jî ev hêzên navnetewî biryara qirkirin û tunekirina Kurdan dabû. Îro jî ev êrîşa ku li ser gelê Kurd û destkeftiyên wê tê kirin ji zihîniyeta wê demê qut nîne.

17:00

Artêşa Tirk a dagirker gundên Serxex, Delavê Kera, Heyakê yên Girkê Legê û gundê Dêrna Axê ya Çilaxa bomberdûman dike.

16:59

Yek ji fermandarê QSD’ê Amed Amûdê diyar kir ku li ser sînor wan 5 tankên artêşa Tirk teqandine û gelek çekên çeteyan desteser kirine.

 

16:54

Artêşa Tirk a dagirker gundên Cihan, Til Xatûn û Dêrna Qolinka ya Tirbespiyê bomberdûman dike. Şervanên QSD’ê Ii navendên êrîşê yên dagirkeran dide.

16:53

Şervanên QSD’ê li Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist. Benda asayîşê ya Hacîzakî ji destê çeteyan hate stendin û gelek çete hatin kuştin. Şervanên QSD’ê li derdora Serê Kaniyê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

16:51

Şervanên QSD’ê li gundê Yabisê yê Girê Spî wesayîta zirxî ya BMB a artêşa Tirk a dagirker îmha kir.

16:50

QSD'ê yekîneyên xwe yên taybet sewqî Serêkaniyê kir.

16:49

Şervanên QSD’ê tûgaya li Nisêbînê û li qereqola Sêgira da. Tê diyarkirin ku 30 leşker mirine.

16:48

Fermandariya QSD'ê: Me 5 tank û wesatîyeke leşkerî teqand. Cenazeyên çeteyan di destê me de ne...

16:47

30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.

16:46

30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.

16:46

30 parlementerên Parlementoya Îskoçyayê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk name ji Sefaretxaneya DYE’yê re şandin.

15:27

Şervanên QSD’ê li Qamişloyê bersivê didin êrîşên artêşa Tirk a dagirker.

15:26

Şervanên QSD’ê li yekîneya artêşa Tirk a dagirker da ya ku sivîlên li gundê Zihêriyê ya Dêrikê bomberdûman dikir. Gelek dagirker mirin û birîndar bûn.

15:23

QAMIŞLO

 

15:10

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Qudûrbeg a Qamişloyê bomberdûman kir. Zarokek birîndar bû û yek jî hate qetilkirin. Zarokê bi navê Mûhammed Yûsûf Huseyîn şehîd bûye û zarokê bi navê Sara Yûsûf Huseyîn jî birîndar bû.

15:07

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên gundên Eqîbe, Bînê û Kalotiyê yên Şêrawaya Efrînê bomberdûman kir.

15:05

DÎMENÊN JI SERÊKANIYÊ

 

15:05

Ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel berê xwe didin Girê Spî. Dagirker jîngehên sivîlan didin ber bombeyan.

15:05

Ji herêmên cihê yên Bakur û Rojhilatê Sûriuyeyê gel berê xwe dide Girê Spî. Dagirker li qadên sivîlan didin.

15:04

Artêşa Tirk a dagirker bombe li ser gel barand ên ku ji Çilaxa û Tirbespiyê diçûn Serêkaniyê. Êrîş hê jî didome.

15:04

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îstasyona avê ya li Serêkaniyê bomberdûman kir.

15:03

Heyva Sor a Kurd hin navên şehîd û birîndarên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji duh ve pêk hatine eşkere kir.

Navên şehîdên sivîl wiha ne:

Fadî Seberî Hebsono(32), ji Qamişlo ye. Di encama topbarana li mala wî ya li taxa Beşîriyê ya li naverasta bajarê Qamişlo de şehîd bû.

Colyêt Yaqûb Nîkola (30), ji Qamişlo ye. Di topbarana li mala wê ya li taxa Bişêriyê ya li naverasta bajarê Qamişlo de şehîd bû.

Mihemed Hac Îsmaîl, ji gundê Metkalta yê li Girê Spî ye. Di encama topbarana li erebeya wî de şehîd bû.

Rebîa Îsmaîl, ji gundê Metkalta yê li Girê Spî ye, di encama topbarana li erebeya wan de şehîd bû.

Ekrem Yusiv, ji Qamişlo ye. Bi parçeyê fuzeyê ku artêşa dagirker a Tirk avêtiye, li naverasta bajêr şehîd bû.

Navê birîndaran jî wiha ye:

Rêzan îsmaîl (9), ji gundê Metkalta yê li Girê Spî ye, di encama topbarana li erebeya wan de birîndar bû.

Abdulxenî Hemo (17), ji bajarê Qamişlo.

Delîl Musa (32), ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo.

Basil Meter Mihemed (19), ji bajarê Serêkaniyê.

Yehya Îbrahîm El-Casim (25), ji Dirbêsiyê.

Ehmed Xidir Dender, ji gundê Aşme yê Kobanê.

Artêşa dagirker a Tikr îdîa dike ku sivîlan hedef nagire. Lê belê balafir û topavêjên wan topan û bombeyan diavêjin cihên ku tê de şênî hene. Da ku wan bitirsînin û koç bibin û bi wê re jî herêmê dagir bikin. Piştre jî alîgirên xwe yên ji çeteyan di wir de bi cih bikin.

15:02

Heyva Sor a Kurd navê hin şehîd û birîndarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANHA’yê re ragihand.

EV KES ŞEHÎD BÛNE

*Fadî Seberî Hebsono(32)

*Colyêt Yaqûb Nîkola (30)

*Mihemed Hac Îsmaîl

*Rebîa Îsmaîl

*Ekrem Yusiv

 

BIRÎNDAR

*Rêzan îsmaîl (9)

*Abdulxenî Hemo (17)

*Delîl Musa (32)

*Basil Meter Mihemed (19)

*Yehya Îbrahîm El-Casim (25)

*Ehmed Xidir Dender

 

15:01

 

14:42

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşin. Di meşê de berxwedaniya şervanên QSD’ê û gel ya li dijî dagirkeriyê tê silav kirin.

14:34

Artêşa Tirk û çeteyên wê bombe li gundên Eqîbe û Bênê yên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.

14:33

Şervanên QSD'ê bi rêbazên teknîkên cihê li ser xeta sînroê Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyan dikin.

14:32

Artêşa Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê ji çar baskan ve bi dijwarî êrîş da destpêkirin. Şerê dijwar rû didin.

14:30

Berdevkê Çapemeniya QSD'ê Mûstefa Balî: Hêzên QSD'ê yên fedayî di dewreyê de ne. Li eniyên herî pêş li dijî dagirkeriyê şer dikin. Ji duh ve bi dehan car hewldanên operasyonê hatinkirin. Bersiva hemûyê hate dayîn û hate têkbirin. Dibe li henek nuqteyan gav avêtibin, lê li her qadê şer û berxwedan heye.

14:28

Berdevkê Çapemeniya QSD'ê Mûstefa Balî ragihand ku dewleta Tirk bê ku ferq û cudahî bixe nava şervan-sivîlan bê navber bombe dibarîne, heta niha bi dehan carî xwestin ji bejahiyê ve bikevin Rojava lê her carê êrîş hatiye tarûmarkirin.

14:10

Dagirkerî li Hewlêrê bi girseyî hate protestokirin. Bi hezaran kes daketin qadan û dirûşmên piştevaniya bi Rojava re qîr dikin...

 

14:03

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li navenda bajarê Serêkaniyê li malekê da. Hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.

13:57

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan li navenda bajarê Serêkaniyê dide.

13:57

Li ser rêya navbera Hesekê û Serêkaniyê hucreyên razayî yên çeteyan ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibûn dorpêçkirin. Artêşa Tirk a dagirker ji bo çeteyan rizgar bike bombeyan li wê herêmê dibarîne.

13:44

Serêkaniyê

 

13:32

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa dagirker a Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir, bang li saziyên alîkariyê yên navnetewî kir ku pêşî li dagirkeriya Tirk bigirin.
 

13:27

Şervanên QSD'ê balafireke keşfê ya dewleta Tirk li Dêrikê xistin xwarê.

13:25

Li Swêd, Kanada û Awûstralyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

13:09

Çeteyên DAÎŞ'ê ku haziriya êrîşê dikirin hatin zevtkirin

Navenda Çapemeniya Giştî ya Hêzên Ewlehiyê têkilî çeteyên DAÎŞ'ê ku xwe kar dikirin li Serêkaniyê êrîşê bînin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin çeteyên DAÎŞ'ê ku bi dagirkeriya Tirk re tevgeriyan hewl dan ku êrîşê bînin ser gundê Tiwêmiyê ya Serekaniyê, ev koma çeteyên DAÎŞ'ê ku xwe hazir dikirin êrîşê bînin ser cihên ewlehiyê hatin zevtkirin.  Di operasyonê de ya bi ser çeteyan de gelek çete hatin kuştin, hin çete jî sax hatin girtin. Hêzên Ewlehiya Navxwe ragihand çeteyan windahiyeke mezin dan, gelek çete hatin kuştin, hin jê bi saxî hatin girtin. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin 4 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe birîndar bûne.

13:07

Li Dêrikê balafireke keşfê ya artêşa dewleta Tirk a dagirker hate xistin.

13:07

Li Başûrê Kurdistanê 14 partiyên siyasî li Hewlêrê li dijî dagirkeriyê li hev kom bûn. Partiyan piştî civînê plana çalakiyan eşkere kirin.

13:07

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shûang bang li dewleta Tirk kir ku hurmetê nîşanî serweriya Sûriyeyê bide.

13:07

Îranê bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê rawestînin û yekîneyên xwe vekişîne.

12:45

Dîmenên Serêkaniyê

 

12:44

Rêveberiya Xweser: Di êrîşên dagirkeriyê de gelek sivîl şehîd bûn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Duh (09.10.2019) herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî dijminatî û êrîşên rejîma Tirkiyê hatin. Di encama vê dijminatiya hovane de gelek şehîdên sivîl û bi dehan birîndar ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî pêkhateyên ku xwîna wan li vê xakê tevlihev bûye, hene.

Dijminatî derbasî cihên perestgeh û dêrên li Qamişlo, Eyn Îsa, Girê Spî û Serêkaniyê jî bû.

Di encama topbaran û bombebaranên bê ser û ber ên li dijî bajarên ewle de, bi hezaran şêniyan ji malên xwe koç kir û li qadan di dirêjahiya şeva borî de pergende bûn.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vê êrîşa berberî û bi hedefa dagirkeriyê û guhartina demografiya herêmê ye, şermezar dikin. Di heman demê de jî bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, Camiyeya Dewletên Ereb, tevahî rêxistinên mafên mirovan û torên çapemeniyê dikin ku der barê van sûcan de berpirsyariyêên exlqaî yên mirovî raber bikin û dijminatiya li ser sivîlan rawestînin."

12:39

Ermeniyên Fransayê: Bes e ji rejîma Erdogan û panturkîzmê re

Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî ya Fransayê (CCAF) ji bo bidawîbûna rejîma Erdogan û panturkîzmê bang kir.

12:33

Gundê Zihêriyê yê Dêrikê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

12:33

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî çalakgerên mertalên zindî yên li Girê Spî kirin.

12:22

Ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girseya gel hat bajarê Girê Spî. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ê bombeyan li navenda bajêr dibarînin.

12:11

Tahir ê ji Serêkaniyê: Em ji vir dernakevin!
Êrîşa qirker a dewleta Tirk a li ser Rojava didome. Cûma Tahir ê ji Serêkaniyê ji kamerayên ANF'ê re axivî. Welatiyê bi navê Cûma Tahir wiha axivî:

''Ez li Serêkaniyê me, çi dibe bila bibe ji vir dernakevim. Ez qurbana Rojava, xaka şehîdan bim! Bes e êdî, şiyar bin ji xewa giran! Her kes şiyar bûye, çima Kurd hê jî razayî ne? Tirkiye ji bo ku mirovên me ji şûnwarên wan bike tişta ku ji dest tê texsîr nake.''

Cûma Tahir herî dawî got, ''Bibin yek, vegerin welatê xwe, ser xaka şehîdan.  Îro li ser serê me Kurdan ferman e, êdî bes e.''

12:09

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan li konvoya sivîlan xistin ku ji bo tevlî çalakiyên mertalên zindî bibin diçûn Girê Spî. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê sê sivîl şehîd bûne û gelek sivîl jî birîndar bûne.

12:09

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya Tirk berdevkên HDP, KCD û HDK'ê yên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî eşkere kirin, xistin ber lêpirsînê.

11:38

Komeke ku navê  'Yekîneyên Tolhildanê yên Ş.Çiyager - Ş. Zeryan'' li xwe kirî ragihand ku wan li Nisêbînê çalakiyeke çekdarî li dijî lojmanên polîsan kirine.

11:37

Ehmed diyar kir ku DYE li pişt sozên xwe nesekiniye û bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku "Herêma li firîna balafirên şer qedexe ava bikin û ji ber ku hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û Sûriyeyiyan koçber dike Tirkiyeyê ceza bikin."

11:37

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Parlamenta Ewropayê di civîna çapemeniyê de axivî. Ehmed bang li hêzên navneteweyî kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rawestînin.

11:15

YPS: Em ê her deverê bikin qada şer!

YPS'ê diyar kir, li dijî êrîşên li hemberî Rojava wê metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê bikin qada şer û bang li her kesî kir ku li ber xwe bidin.

11:03

Dîmenên Serêkaniyê

 

10:55

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan fuzeyan diavêjin Eyn Îsa.

10:55

Li Serêkaniyê ku şerekî giran lê diqewime xeta înternetê hate qutkirin.

10:54

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li derdora Girê Spî dibarînin.

10:53

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, Yekîtiya Ereb biryar wergirt ku Şemiyê bi rengekî lezgîn kom bibe.

10:45

Veguhastina leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker a li xeta sînor didome. Gelek wesayitên zirxî û makîneyên kar û cebilxane ber bi navçeya Pirsûsê ya Rihayê ve hatin veguhastin.

Li pêşiya taxa Alîgor a Pirsûsê jendermeyan, li pêşiya navçeya Pirsûsê jî polîsên Tirk bendên kontrolê danîn. Li her du deveran jî wesayit tên rawestandin û piştî ku tên qeydkirin destûra çûyînê ji wan re tê dayin.

10:45

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser Girkê Legê difirin.

10:30

Komîteya Rêveber a PKK'ê: Em di wê baweeriyê de ne ku di serî de Kurd û Ereb hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû hêzên wan ên parastinê, wê di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk careke din bi wezîfeya parastina mirovahiya azad tevbigerin, wê her jin û mêrên ku dikarin rahêjin çekê bibin şervan, her mal bibe biryargeh, her kolan bibe çepereke şer û bi vî rengî wê li dijî faşîstên AKP-MHP'ê yên barbar berxwedaneke serketî bê nîşandan, wê zîhniyet û siyaseta TC a mêtinger-qirker li xaka Rojava bê binaxkirin.

10:29

PKK: Her mal, her kolan wê bibe çepera şer

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan wê bibe çepera şer. PKK'ê bang li hêzên HPG û YJA Starê jî kir ku li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên xwe geş bikin.

10:29

Dîmenên Serêkaniyê

 

10:28

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Dêrikê ya Kantona Hesekê difirin.

10:02

Dîmenê çeteyên hatin girtin.

 

09:56

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin gundê Eyn Dîwarê yê herêma Dêrikê.

09:53

Çeteyên dewleta Tirk ên hatin girtin.

09:52

Berdekvê Koma Parlamentê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Borrîs Vallaûd: Bêşerefiya Serokê DYE'yê. Rezaleta Serokkomarê Tirk. Ji bo Neteweyên Yekbûyî dema rastiya bêrehm. Jin û mêrên ku li dijî Dewleta Îslamê li eniyên pêş bûn gelo wê teslîmî tifaqa Trump-Erdogan bike? Wezîfeya Fransa û Ewropayê ye ku biçe alîkariya wan."

09:44

Kongreya Star: Em bang li her kesî dikin ku rabin ser piyan û tevlî berxwedana me bibin.

09:40

Endamên HPC'ê 5 çeteyên ku hewl didan bi rengekî veşartî bikevin herêmê girtin.

09:35

Saziyên li Ewropayê li dijî dagirkirina Rojava daxuyanî weşandin û bi gotina "Roj roja rabûna ser piyane" banga xwepêşandanan li her kesî kirin.

09:35

Artêşa Tirk a dagirker niha bi çekên giran êrîşî gundê Aşmê yê Kobanê dike. Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk jî li ser Serêkaniyê difirin.

09:35

4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIVÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: Roja roja yekîtiyê ye. Ev ne tenê meseleya Rojava ye. Êrîş û hewldana dagirkirinê ya li ser hemû gelên li cografyaya Kurdistanê ye. Îro Rojava sibehî wê Başûrê Kurdistanê be. Deskeftina parçeyekî ya li hemû parçeyan e. Dema ku êrîşek li ser parçeyekî hebe divê li çar parçeeyan Kurd helwesta xwe nîşan bidin. Bi reflekseke netewî li çar parçeyên Kurdistanê divê helwest were nîşandan.''

09:33

KON-MED: Li Elmanyayê wê bi deh hezaran kes di 12'ê Cotmehê de li hev kom bibin

KON-MED'ê li dijî dagirkirina Rojava bang kir ku di 12'ê Cotmehê de li Elmanyayê bi rengekî girseyî çalakî bên kirin.

09:30

Saziyên Êzidiyan ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê bang kirin

Saziyên civaka Êzidî ji bo çalakiyên 12'ê Cotmehê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin.

09:17

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber nerazîbûna gelek welatan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk peyameke spasiyê weşand.

QSD'ê li ser Twitterê peyamek weşand û diyar kir, "Em spasiya helwestên hikumetên erebî der barê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di van rewşên dijwar de mîna Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin, Lubnan, Lîbya, Misr, Kiwêt û Iraqê û yên hikumetên rojavayê jî wekî Brîtanya, Fransa, Hollanda, Kanada û Almanyayê dikin.”

08:52

LI SERÊKANIYÊ LIV Û TEVGERA HEWAYÎ

Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê digerin.

08:33

Çar tank hatin îmhakirin

Li Girê Spî çar tankên artêşa Tirk hatin îmhakirin.

08:28

Li gundikê Miçê yê Serêkaniyê di şerê navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên QSD'ê de 7 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

08:16

Dagirker dîwarên li ser sînor radikin

Artêşa Tirk a dagirker dîwarê navbera gundên Til Erqam û Aziziye yên li rojavayê Serêkaniyê rakirin. Ev yek bu qada sêyemîn ku dîwar lê hate rakirin.

08:04

Cenazeyên 4 çeteyan di destê QSD'ê de ne

Çeteyên artêşa Tirk ên li başûrê Serêkaniyê êrîşî sivîlan kirin di çalakiyekê de hatin kuştin. Cenazeyên 4 çeteyên dagirker di destê şervanên QSD'ê de ne.

07:55

Dagirker bi rengekî bênavber topbaranê li gundên Siftek, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên li rojavayê Kobanê dikin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, li dijî gundê Aşmê ku tirba Suleyman Şah lê ye topbaraneke dijwar heye.

07:53

Dagirker ketin nava gundê Miçê, QSD lê dide

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ketin gundê Miçê yê li rojhilatê Serêkaniyê. Şervanên QSD'ê bersiveke tund dan wan û li herêmê şerekî dijwar diqewime.

07:51

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Til Xelef ê Serêkaniyê dibarînin.

07:33

Siyasetmedar, akademîsyen û rêxistinên civakî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin

Saziyên civakî yên sivîl, siyasetmedar û akademîsyenên li qada navneteweyî gotin, "Ji dewleta Tirk tê ku paqijiya etnîkî bike" û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.

07:17

'Em soza ku me daye gelên xwe pêk tînin'

Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD'ê Baz Kerkûkî got, "Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran dane."

07:05

Dagirkeran hucreyên xwe yên razayî li nêzî rêya Hesekê ya li başûrê Serêkaniyê xistin nava liv û tevgerê û êrîşî gel kirin. Şervanên QSD'ê dor li wan girtin û li wan dan. Li herêmê şer didome. Ji dagirkeran mirî û birîndar hene, lê hejmar nehate tespîtkirin.

07:03

Bajarê Serêkaniyê ji aliyê dagirkeran ve tê bombekirin.

06:20

Artêşa Tirk a dagirker dîwarê li gundê Miçê yê li rojhilatê Serêkaniyê jî radike.

06:13

Saziyên civaka sivîl ên navneteweyî, siyasetmedar û akademîsyenan gotin, "Ji dewleta Tirk tê ku paqijiya etnîkî bike" û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.

06:13

Hem partiyên desthilatdar û mûxalefetê hem jî saziyên civakî yên sivîl ên Fransayê bi rengekî tund li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk radiwestin.

Dewleta Tirk li rojavayê Serêkaniyê dîwar rakir û hewl da êrîş bike. Şervanên QSD'ê bersiva êrîşan dan û di encamê de hewldana êrîşê hate têkbirin.