Çalakiyên li derveyî welat berfireh dibin: Ji Rojava bicehime!

Li Swêd, Kanada û Awûstralyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Kurdên li bajarên Goteborg, Malmo û Helsîngborg ên Swêdê tevî dostên xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakî pêk anîn.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Swêdî li qada çalakiyê axivîn û diyar kirin, ku dewleta Tirk dixwaze mîna li Asûrî-Suryanî û Ermenan kir Kurdan jî qir bike. Her wiha bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bi xurtî li ber xwe bidin.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Konsolosxaneya DYE'yê li hev kom bûn êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava şermezar kirin. Nûnerên Anakbayan, ILSP û parlamenterê Partiya Çep NDP jî tevlî çalakiyê bûn. Qisekeran bang li dewleta Kanadayê kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li gel gelê Kurd raweste.

Kurdên li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê jî li ber Parlamenta Vîctorîayê li hev kom bûn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Girseya gel bang li hikumetê kir ku wezîfeya xwe pêk bîne û diyar kir, bêdengiya li pêşberî komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermeke.

Çalakgeran ji dewleta Tirk re gotin, "Ji Rojava bicehime."