Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HDP: Li dijî şer em eniya demokratîk ava bikin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya da ku desthilata AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe  û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer eniyeke demokratîk were avakirin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, parlamenter û endamên  HDP’ê têkildarî operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojava li ber Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Temellî daxuyanî da. 
 
Temellî got ku divê dawî li şerê tê kirin were û Tirkiye ji axa Sûriyê derkeve. 
 
Temellî wiha got: “Êrîşa desthilata AKP-MHP’ê ya li dijî Rojava hemû peymanên navnetewî binpê kiriye. Li ber çavê hemû dinyayê êrîşek yek alî hatiye destpêkirin. Ya ku tê kirin şer û hewldana dagirkirinê ye.” 
 
‘ÊRÎŞ LI SER HEMÛ GELAN E'
 
Temellî da zanîn ku êrîşa li dijî Rojava di heman demê de li dijî daxwazên wekhevî, azadî, aştî, edalet û jiyana bi hev re ye û wiha got: “Şer bi destê bermahiyên DAIŞ’a selefî çeteyên OSO hat destpêkirin. Êrîşa van çeteyan êrişek li dijî Elewiyan, Êzidiyan, Suryaniyan, Tirkmenan, Ermeniyan, Ereban û hem bîr û baweriyên li Rojava dixwazin kiriye hedefa xwe. Armanca vê êrîşê ya sereke şoreşa jinê ye û her wiha pergala Kurd e ku dixwazin li gel neteweyên din ava bikn.  Dixwazin pergala wekhev, azadîxwaz û jiyanek demokratîk û hemû destkeftiyên tune bikin.” 
 
Temellî hişyariya da ku desthilata AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer neiyek demokratîk were avakirin.