Dagirkerî di rojeva Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Swêdê de ye

Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamenta Swêdê wê îro (Pêncşem) êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne.

Koma Piştevaniya Kurdan a Parlamenta Swêdê ku 8 partiyên siyasî di nav de ne, doh bi nûnerên komele û partiyên siyasî yên Kurdan re li hev civiya û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava nirxandin.

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Alî, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Şukran Yeşîl, bi navê Komîteya Piştevaniya Rojava Osman Aytar û dîplomatê Kurd Sînan Onal tevlî civînê bûn.

Şiyar Alî der barê êrîşa dewleta Tirk a li dijî Rojava û sedemên êrîşê agahî bi parlamenteran re parve kir. Piştre parlamenter axivîn û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê ji rayedarên Kurd re ragihandin.

Tevî nûnerên partiyên siyasî her wiha Alîkara Duyemîn a Serokê Parlamenta Swêdê Lotta Johnsson Fornarve û parlamentera serbixwe Amîneh Kakabaveh jî tevlî civînê bûn.

Serokê Koma Piştevaniya Kurdan û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Lîberal Fredrîk Malm piştî civînê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wan êrîşa dagirkeriyê bi berfirehî nirxandine û rayedarên Kurdan daxwazên xwe ji komê re ragihandine.

Malm destnîşan kir ku divê Swêd û welatên din li dijî hewldana dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û got, "Em li ser tedbîran axivîn."

Malm ragihand wê mijarê îro di Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamentê de binirxînin û wê Şêwirmenda Wezîra Karên Derve Ann Lînde jî beşdarî civînê bibe.