Li başûrê Îranê erd hejiya
Li başûrê Îranê piştî nîvro erdhejeke bi pîleya 5,5 pêk hat.
Li başûrê Îranê piştî nîvro erdhejeke bi pîleya 5,5 pêk hat.
Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Zanîngeha Tehranê erdhej saet di 16.00’an de pêk hatiye. Hate diyarkirin ku erdhej di navbera Îran û greva Keşmê de pêk hatiye. Girava Keşmê 49 kîlometreyan dûrî Lengergeha Bender Abbas e.
Di Mijdara 2017’an de jî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê erdehejeke bi pîleya 7,3 pêk hatibû û 620 kes miribûn.
Di sala 2003’an de erdhejê li eyaleta Kermanê dabû û herî kêm 31 hezar kes miribûn.