ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin.

Li girtîgehên bi tîpa Y û S ku parêzvanên mafên mirovan wan weke ‘tîpa bîrê’ pênase dikin, bi hezaran girtî tecrîdkirî ne. Wezareta Edaletê daneyên giştî parve nakin.

Arîn Mîrkan bi çalakiya fedaî re ya li Girtê Miştenûrê kir, DAÎŞ sekinand; pêşengiya jinê ya li Şoreşa Rojava xist rojeva cîhanê, weke Zîlan (Zeynep Kinaci) û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) mîrateya berxwedêriyê ya jinên Kurd dewam kir.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Li Çewlîgê ku her sal mehên havînê amadekariya çêkirina dimsa tû têne kirin, îsal jî dewam dike. Jinên ji Çewlîgê tû dikin dims û bi vî rengî debara xwe dikin.