Olûç: Heta sala 2023’an wê desthilatdarî hilweşe!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olîç diyar kir ku di her warî de desthilatdariyê rewabûna xwe winda kiriye û got, “Heta sala 2023’an wê desthilatdarî nikaribe li ser hikum be.”

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Olûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û feqîriyê û got: “Ji ber krîza aborî û xizaniyê însan dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber aboriyê welat ber bi felaketê ve diçe.”

Olûç bertek nîşanî sepana li dijî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku polîsan wesayîta wî şopandibû û pêşiya wî birîbûn da û got: “Deshilatdariyê dest bi rêbaza torosên spî kiriye. Desthilat veguheriye îqtîdara salên 1990’î.”

Olûç bertek nîşanî nûçeyên derew ên Ajansa Anadolûyê da û got: “Ev ajans rabûye endamê Meclîsa partiya me Yûnûs Dûrdû wek ‘terorîst’ pênase dike. Bi belavkirina nûçeyên derew, dixwazin wekîlê me û endamê Meclîsa me di bin tohmetê de bihêlin.”

‘HETA SALA 2023’AN WÊ DESTHILATDARÎ NIKARIBE LI SER HIKUM BE’

Olûç bersiva pirsa derbarê nîqaşên hilbijartina pêşwext de da û wiha got: “Ne mimkin e mirov dîroka hilbijartina pêşwext bike. Lê zû yan jî dereng wê ev desthilatdarî nikaribe heta sala 2023’an li ser hikum be. Ji ber vê jî îxtîmala hilbijartina pêşwext heye.”