Pirsa ‘fosfora spî’ ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê hate kirin

Parlementerê Swêdê Markûs Wîechel li ser îddîaya ku Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî bi kar aniye, pirsnameyek da parlementoyê.

Wîechel diyar kir ku sala borî dema Tirkiyeyê tevî çeteyan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû wan dîmenên sûcên şer dîtine.

Wîechel diyar kir ku laborûtavareke Swêdê nimûneyek ji şervanekî Kurd ê li Serêkaniyê wergirtiye û hatiye tespîtkirin ku ev kes ji ber bikaranîna fosfora spî birîndar bûye.

Parlementer bal kişand ser raporeke rojnameya El-Baharê. Di raporê de dihat diyarkirin ku di dema êrîşên leşkerê Tirk de fosfora spî hatiye bikaranîn û gelek kesên sivîl ji ber van êrîşên kîmyewî birîndar bûne.

Wîechel diyar kir ku ev êrîşên bi çekên kîmyewî yên ku di warê navneteweyî de bikaranîna wan hatiye qedexekirin bi destê dewleta Tirk û komên wê yên ‘cîhadîst’ hatiye kirin. Wîechel bi bîr xist ku ji bo lêkolînê rêveberiya Rojava daxwaza lêpirsîneke navneteweyî kiriye.

Wîechel ji Wezîra Karê Derve Ann Lînde xwest ku ji bo lêkolîna êrîşa dewleta Tirk a bi fosfora spî bila li Neteweyên Yekbûyî lêpirsîneke navneteweyî veke û ji bo ev sûcên şer ên dewleta Tirk were darizandin bila dest bi hewldanan bike.

DR. ABBAS MANSOÛRÎAN WÊ LI PARLEMENTOYÊ KONFERANSEKÊ BIDE

Piştî êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê Dr. Abbas Mansoûrîan çûbû herêmê û hin lêkolîn kiribû. Wê Mansoûrîan li Parlementoya Swêdê konferansekê bide.

Parlementerên Partiya Karkerên Demokratên Sosyal Anders Ostberg û Kadîr Kasirga diyar kirin ku di destê wan de rapor hene û di van raporan de tê diyarkirin ku dewleta Tirk di êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê de fosfora spî bi kar aniye.

Parlementeran diyar kirin ku wê konferans di 19’ê Sibatê saet di 13.00’an de li parlementoyê were lidarxistin.