Ji ber kovar û pirtûkan 7,5 sal ceza lê birîn

Ji doza di derbarê 10 xwendekarên li Zanîngeha Kocaelî dixwendin de 7 sal û nîv ceza hate birîn. Xwendekar ji ‘bîranîna Roboskî, pîrozkirina Newrozê, protestokirina girtina wekîlên HDP’î, pirûk û kovaran’ tên sûcdarkirin.

Di sala 2017’an de 12 xwendekar bi hinceta ‘bîranîna Roboskî, pîrozkirina Newrozê, protestokirina girtina wekîlên HDP’î, pirtûk û kovaran’ bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ hatibûn sûcdarkirin û hatibûn girtin. Xwendekar piştî salek û nîvê hatibûn berdan.

Di rûniştina biryarê ya doza ku li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocelî ya li Duşemê pêk hat de, 2 xwendekar hatin berdan.

Ji bo 10 xwendekaran di navbera 5 sal heta 7 sal û nîv cezayê gitîgehê hate birîn. Endamê Komeleya Ji bo Azadî Hiqûqnas Huseyîn Bogatekîn ê yek ji parêzerên dozê dişopîne li ser hesabê tevna civakî nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ji ber bîranîna Roboskî, pîrozkirina Newrozê, protestokirina girtina wekîlên HDP’î û peydakirina pirtûk û kovaran berî çendekê xwendekarên Zanîngeha Koceliyê ji ber endamtiya rêxistina biçek 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatin birin. Gelo ma yekê qala îfadeya azadiyê kir!”