ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Sibata 2020'an.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Şerîk diyar kir ku mûxalefeta nava sîstemê, ji pirsgirêkên siyasî yên bingehîn cudatir bi propagandaya li ser pirsgirêkên civakî xwe ji hilbijartina pêşwext re amade dike. Şerîk got, desthilatdarî ji hilbijartinê re ne amade ye.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hem sîstemeke cezakirinê hem jî ya rêvebirinê ye. Divê ji holê bê rakirin."

Ji Şaxê Wanê yê TUHAY-DER'ê Kînyas Başak diyar kir, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ji tecrîdê jî wêdetir bûye û gihîştiye asta êşkenceyê.

Li Iraqê ji aliyekî ve hewldanên ji bo avakirina hikumetê didomin, li aliyê din jî girseyên gel ên dadikevin qadan dixwazin çalakgerekî bikin serokwezîr.

Piştî ku Walîtiya Wanê îdîa kir ku ji bo "paqijkirina Wanê ji berfê me 9 milyon xerc kir" Midûrê Perwerdeya Milî ya Navçeya Rêya Armûşê jî bi ser mamosteyan ve çû. Ji mamosteyan daxwaza pereyê paqijkirina berfê kir.