Werin em bi hev re tecrîdê rakirin!

Di civîna li Stenbolê hate lidarxistin de hate ragihandin ku navnîşana yekane ya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bila tu kes di warê tecrîdê de xwe nexapîne. Civak tev di bin tecrîdê de ye. Tecrîd rabe wê civak tev nefesek bistînin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an de nikarin biçin Îmraliyê û têkildarî komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê civîna çapemeniyê lidar xistin.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bi hevre civîn li dar xistin. Civîn li Otelek li Beyoglu ya Stenbolê li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Seroka TîHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevseroka OHD'ê Ayşe Acînîklî, Parezerên EHP'ê Gulhan Kaya û Sezin Uçar tevlî civînê bûn.

Destpêkê Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Prz. Rêzan Sarica ku di hevdîtinên dawî de cih girt, derbarê rewşa Ocalan agahî dan. Sarica wiha got: "Muwekilê me Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 22 salin girtî ye. Ji wê demê heta niha di bin pergala Îmraliyê ya taybet de tê tecrîdkirin. Ev pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya taybet e. Ocalan li gel van şertan her dem ji bo pirsgirêka Kurd li ser esasê çareseriya demokratîk pêş bikeve, têkoşîna aştiyê daye. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane rê û rêbaz pêş xistine. Lê ev hewldanên Ocalan her dem bi polîtîkayên bê çareserî û hesapkar hatine pûçkirin. Di rewşa heyî de Tirkiye ya ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nekir, êdî demokrasî ji bîr kiriye. Gel xistiye nava kaosa civakî û qeyrana aborî. Bi şerê nû yê cîhanê, li Rojhilata Navîn qeyran û kaosên nû pêş xistine. Bi vî şerê pêşeroja gelan didizin. Nêzîkatiya Ocalan, bi nêzîkatiya Tirkiye û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye."

‘OCALAN HÊZA ÇARESERIYÊ NÎŞAN DA'

Sarica, anî ziman ku gelê Kurd Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dike û wiha lê zêde kir: “Ji sala 1993'an heta niha her dem ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demokratîk têdikoşe. Ev paradîgmaya xwe ya aştî û jiyana demokratîk bi gelan daye qebûlkirin. Ji bo qedexe û tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û mafên Ocalan ên zagonî bên parastin û têkevin meriyetê, Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştî greva birçîbûnê ku li hemû girtîgehan belav bû, parêzeran bi Ocalan re hevdîtin kirin."

Sarica, bal kişand ser nameya Ocalan a ji bo çareseriyê û got: "Ocalan di nameya xwe de got "Pêdivî bi aştiya civakî ya kûr heye. Ji bo çareeriya pirsgirêkê, divê dûrî hemû berberî û pevçûnan gav bên avêtin. Bi awayekî tund pêdivî ji muzakereyên demokratik heye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ne bi şer û tundiya fîzîkî, dijberî wê bi hêza nerm heye. Yanî bi hêza çand, aqil û polîtîkayê dikare bê çareserkirin." Ocalan anî ziman ku sekna wî ya li îmraliyê wekî ya danezana Newroza 2013'an berdewam dike û bêtir firehtir û kûrtir kiriye. Bêtir bi biryar û zelal bûye. Anî ziman ku çareserî aştiya bi rûmet û siyaseta demokratîk e."

‘PEYAMA OCALAN BÊBERSIV HIŞTIN’

Sarica her wiha destnîşan kir ku Ocalan di hevdîtinê de tespîta “Pevrebûna Mezopotamya û Anatoliyê” ya pevrebûna gelê Kurd û Tirk a dîrokî kiriye û got: “Pirsgirêkên îro ji ber feraseta vê pevrebûnê xera dike rû dide. Digot li dijî vê heqîqetê dîrokek riyakarî hatiye afirandin. Digot; ‘Tiştên niha li Rojhilata Navîn diqewimin, bi girtina min a 21 salan a li vir re girêdayî ye.’ Bi Komarek Demokratîk û welatek hevpar û pevrabûnek gelan Rojhilatek Navîn mimkin e. Di hevdîtina meha tebaxa ya herî dawî me pêk anî de Birêz Ocalan gotibû ‘Ez dikarim di heftiyekê de îxtîmala pevçûnan jih olê rakim. Ez bi xwe bawerim. Divê aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike. Bi vê daxuyaniyê raya giştî agahdar kiribû.”

Sarica anî ziman ku banga Ocalan bêbersiv hat hiştin û li dijî tecrîta li Îmraliyê hemû sazî û dezgehên demokratîk ên sivîl û mafên mirovan vêxwend têkoşîna mafê mirovan û banga hestiyariyê li raya giştî kir.

‘TECRÎT SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’

Piştre Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci jî axivî û bal kişand ser rewşa heyî ya li girtîgehan û got pêkanîna tecrîtê ya li girtîgehan ne nû ye û bi salan e dewam dike. Fîncanci bal kişand ser tecrîtê û wiha got: “Însan bi salane li girtîgehan tên tecrîtkirin. Wek ku niha Abdullah Ocalan tê tecrîtkirin. TÎHV wek saizyek mafên mirovan her tim gotiye tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye û di vî warî de hişyariyan kiribû. Em dîsa dibêjin tecrît sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li gorî şert û qaydenên Nelson Mandela tecrît hatiye qedexekirin. Lê di roja me ya îroyîn de tecrît li Tirkiyê didome.”

‘DIVÊ TECRÎD DI ÇAROVEYA ÎŞKENCEYÊ DE BÊ NIRXANDIN'

Fîncanci, diyar kir ku şertên tecrîdê li ser hemû pergalên rewşa tenduristiya kesan tundiyê dike û wiha got: "Em weke bijîjk dibêjin ku tecrîd pirgirêka tenduristiya gel e. Divê ku tecrîd di çarçoveya êşkenceyê de bê nirxandin. Divê rast e rast di çarçoveya êşkenceyê de bê nirxandin. Divê demildest bê rakirin. Divê ku mirov di nav şertên asayî de bin.

'PÊWÎST BI PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ HEYE'

Piştî Fîncancî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan axivî û ev tiş gotin: "Dixwazim bibêjim ku astengkirina bi keyfî ya hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din ên li cem re derveyî qanûnan e. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ya Ocalan û girtiyên li cem heye. Heke Wezareta Dadê destûr bide dikarin bi heyetan re jî hevdîtinan bikin. Mafê wan ê girtina kovar, rojname û nameyan heye. Divê ku êdî ev pêkanînên kêf bi dawî bibin." Ozturk, di berdewamê de jî bal kişand ser rola Ocalan a di aştiyê de û ev tişt anîn ziman: "Me îsal di 15'ê Çileyê de careke din bi Wezareta Dadê re hevdîtinek kir. Ne tenê ji bo girtigehan ji rakirina tecrîda li Îmraliyê jî me daxwazên xwe pêşkêş wan kir. Em parastvanên mafên mirovan dibêjin ku pêwîst pêvajoyeke çareseriyê heye. Ji bo rewşa hêyî bêtir xerabe pêwistî bi pêvajoyeke aştiyê heye. Rêya ku ber bi aştiyê diçe jî bi Abdullah Ocalan pêkan e. Divê partiyên ku komên wan li Meclîsê hene, bi vê mijarê re mijûl bibin. Di mehên Gulan û Hezîranê yên sala borî de bi herkesî re hêviyek hat avakirin. Em dibêjin ku divê Ocalan û girtiyên li cem mafên girtiyan bi kar bînin."

'PIRSGÊRIKEKE KURD BI OCALAN RE BÛYE YEK HEYE'

Piştî Turkdogan jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pirgirêka herî girîng a Tirkiyeyê li hev kom bûne û wiha got: "Pirsgirêkeke Kurd ku bi Ocalan re bûye yek heye. Pirsgireka Kurd pirsgirêke herî girîng a Tirkiyeyê ye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, em dikarin qala tundî û ne jî qala pirsgirêkên din bikin. Lewre çavakanî ev e. Mixabin ji ber ku ji hêla rayedaran ve destûr nayê dayîn, ev pirsgirêk ne di rojeva çapemeniya navendî de ye. Beriya 2 rojan salvegera Komploya 15'ê Sibatê bû. Ji bo Kurdan rojeke reş bû. Em nêzikbûna hêzên serwer şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev komployeke li dijî Tirkiyeyê ye jî. Lewre hezên serwer gotin, 'Em wî didine we hûn jî gardiyaniya wî bikin' û radestî Tirkiyeyê kirin. Tirkiye jî ji vê yekê cesaret girt û Girava Îmraliyê terxan kir. Niha ji ber vê yekê Tirkiye mineta gelek hêzên serwer dikişîne. Lewre nikare derkeve sÎnorên ku wan xêz kiriye."

‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD RABE’

Guven, diyar kir ku ne tenê li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan rewşeke hişyariyê heye û wiha got: “Niha girtî li dijî van bêhiqûqiyan li ber xwe didin. Em jî hewl didin ku bi navbeynkariya saziyan bibin dengê wan. Em li cîhan û Rojhilata Navîn, pêvajoyekê weke Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê pênasekirin dijîn. Tu kes pergala heyî qebûl nake. Li Rojhilata Navîn, li her derê guhertin êdî ferze. Gelên ku vê vuhertin û veguhertinê dixwazin li ser piyane. Gelo wê kîşan pergalî danîn cihê vê guhertinê? Birêz Ocalan di vê mijarê de kesayetiyek girtîn û krîtîke. Li Rojava şeroşeke jinê heye. Jinan û gelan li wê derê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre bi awayekê wekhev dijîn. Lê hişmendiyeke ku dixwaze vê tune bike û kiriye hedefa xwe heye. Em jî dibêjin, tecrîda li ser Birêz Ocalan, tam de ji bo vê yekê. Ji ber vê divê demildest ev tecrîda rabe.”

‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’

Guven, bal kişand ser tecrîda daîmî ya li dijî Ocalan û wiha bilêv kir: “Ji ber vê tecrîda girankirî me di sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Di vê pêvajoyê de 9 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Wan got ku ‘Ew rêberê hebûna me avakiriye.’ Ji bo wî canê xwe yê ciwan di vê rêçe de defa kirin Di warê siyasî de jî berpirsiyarên me hene. Rakirina tecrîdê pir girînge. Mirovên bi nirx ên di dema çalakiya greva birçîbûnê de em ziyaret kirin hene. Ji me re gotin ‘dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin, hûn nemirin. Ji bo rakirina tecrîdê rêbazên me yên têkoşîn ên cuda hene. Ji bo rakirina tecrîdê em vê têkoşîna xwe dewam bikin.’ Em îro bang li wan dikin; Werin em bi hevre vê tecrîdê rakin. Tecrîd hîna dewam dike. Divê Birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn, civaka polîtîk û exlaqî divê Birêz Ocalan azad bibe. Bila kes di warê tecrîdê xwe ne xapîne. Îro hemû civak dibin tecrîdê deye. Ji ber vê yekê ger tecrîd rabe, wê hemû civak bêhnek rehet bigire.”

Piştî axaftinan, pirsên rojnamegeran hatin girtin. Tukdogan, bersiva pirsa gelo Wezareta Dadê daxwazên rakirina tecrîdê çawan pêşwazî dike da û got: “Rayedar ji bo rakirina tecrîdê tiştekê nabêjin. Ji ber ku ew jî dizanîn li holê bêhiqûqiyek heye. Lê ji bo rakirina tecrîdê jî tu tiştekê nakin.”

‘BERÊ JÎ QEDEXE HEBÛ, LÊ HEVDÎTIN HAT KIRIN’

Prz. Rezan Sarica jî, bersiva pirsa rojnamegerê aliyê hiqûqî yê cezayê dîsîplînê yê ji bo Ocalan hat dayîn kir, da û wiha axivî: “Her sê mehan carekê cezayê dîsîplînê didin. Cezayek çawan diqede, cezeyek din didinê. Ev rewş, ev salek û nîve dewam dike. Divê bi awayekê du alî em li van cezayên dîsîplînê mêze bikin. Dema ku em behsê dikin, pêkanîneke çawan a pergala tecrîda Îmraliyê pêş dikeve, derdikev holê. Hiqûq bi giştî bûye amûrê keyfî yê desthilatdariya siyasî û îdarî. Bê hiqûqiya heyî bi her awayî derdikeve holê. Hiqûqê bi awayeke weke amûrê zextê bi kar tînin. Berê jî qedexe hebûn, lê hevdîtin pêk dihat. Hevdîtinên berî demekê hatin kirin jî, di pêvajoyên qedexekirî de hatin kirin. Rastiya heyî em baş dibînin û ji xwe her tişt li holê ye.”