HDP wê giraniyê bide ser yekîtiya neteweyî û tifaqa demokrasiyê

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku HDP wê giraniyê bide ser du karên bingehîn û ew jî; yekîtiya neteweyî ya Kurd û tifaqa demokrasiyê ye.

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser pêvajoya 4'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku wê di 23'ê Sibatê de pêk were ji ANF'ê re axivî.

Koçyîgît bal kişand ser konferansên herêmî yên HDP'ê û destnîşan kir ku ji bo 'Tifaqa Demokrasiyê' pêk were, beriya her tiştî divê ev nêrîn li nava mûxalefeta li Tirkiyeyê jî biafire. Koçyîgît destnîşan kir, divê HDP hîn bi xurtî pêwîstiya tifaqa demokrasiyê destnîşan bike û îqna bike ku ev tifaq wê Tirkiyeyê ji faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bike.

Koçyîgît anî ziman, hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31'ê Adarê û hilbijartina xwecihî ya Stenbolêku di 23'ê Hezîranê de hate nûkirin di vî warî de referanseke girîng e û got, "Ev her du referans nîşan dide ku eger mûxalîfên li Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin, hêza xwe bikin yek hingî wê karibin hîn bi rengekî zû desthilatdariya heyî têk bibin."

Koçyîgît ragihand, tifaqa demokrasiyê ya bê avakirin ji bo demokrasî, aştî û azadiyê gelekî girîng e û di vê mijarê de pêwîstî bi nêzîkatiyeke rasteqîn heye.

Koçyîgît diyar kir, hilbijartinên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê ji bo hilbijêrên CHP'ê HDP'ê fêhm bikin, siyaseta HDP'ê fêhm bikin gelekî girîng bû û got, "Hilbijêrên CHP'ê siyaset û armancên siyasî yên HDP'ê meraq dikin."

Koçyîgît destnîşan kir ku tifaqa demokrasiyê tenê bi CHP'ê re pêk nayê û got, "Aliyên herî girîng ên vê tifaqê jî jin, ciwan, mûxalîf, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên baweriyan, saziyên ekolojîk in."

Koçyîgît anî ziman ku bendewariya gelên Tirkiyeyê ji HDP'ê gelekî mezin e û ew ê jî bi kongreyê hewl bidin bersivê bidin van bendewariyan û siyaseteke ku 82 milyon kesî hembêz dike bimeşînin.

KARÊN SEREKE YÊN PIŞTÎ 23'Ê SIBATÊ

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser karê piştî kongreya 4'emîn a HDP'ê jî got, "Bidawîkirina dîktatoriya şexsekî armanca me ya sereke ye. Ji bo vê jî du karên bingehîn ên HDP'ê hene;

* Yekîtiya Neteweyî ya Kurd, 

* Tifaqa Demokrasiyê ya li Tirkiyeyê.

Pêkanîna van her du armancan gelekî girîng e. HDP wê piştî kongreyê giraniyê bide ser van her du xebatan."

Koçyîgît destnîşan kir ku HDP wê bi armanca rêvebirina Tirkiyeyê kongreya xwe ya 4'emîn a asayî pêk bîne.