TKP-ML daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê / Marksîst Lenînîst (TKP-ML) daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.

Komîteya Partî ya Rojhilata Navîn a TKP-ML’ê têkidlarî 21’emîn salvegear Komploya Naventewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê kir.

TKP-ML wiha got; “21 sal bi ser komployê re derbas bû, êrîşa tecrîdê dewama polîtÎkayên îmha û înkarê ya sed salan a dewleta TC’ê ya li dijî Tevgera Azadiya Netewa Kurd û di wateyek giştî de li dijî netewa Kurd e.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Êrîşa tecrîd û tretman yek ji rêbaza bingehîn a êşkenceyê ya li ser hemû girtiyên polîtîk a dewleta TC’ê ye. Dewleta faşîst dixwaze bi van êrîş û rêbazên îzolasyonê hemû şoreşgeran teslîm bigre. Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê nake û tecrîdeke girankirî dimeşînin.”

TKP-ML balkişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û ev tişt got; “Îro dewleta herî zêde êrîşî destkeftiyên li Rojava hatine bidestxistin dike, dewleta TC a faşîst e. Êrîşên dagirkeriyê bi destûra hêzên emperyalîst didome. Gelê Rojava ji bo ji bo parastina destketfiyên demokratîk û netewî li dijî polîtîkayên emperyalîst û dagirkeriya faşîst li ber xwe dide.

Li dijî êrîşên li ser yek ji sembolên herî bingehîn ê têkoşîna azadiya Kurd ku li Rojhilata Navîn bilind dibe Abdullah Ocalan tişta pêwîst were kirin têkoşîna li dijî faşîzma TC ye û em carek din komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin.”