Polîsan destpêkê li malbata HDP'î xistin, piştre gotin 'şaşî bûye'

Polîsan bi rengekî kêfî avêtin ser hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Esenyûrtê û piştî ku li malbatê dan gotin, "îxbareke şaş hatiye kirin" û ji cihê bûyerê çûn.

Polîsan avêtin ser mala hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Esenyûrt a Stenbolê Edîp Karçîk. Destpêkê li biraziyê Karçîk û kekê wî yê bi kanserê xistin û piştre jî gotin, "adres şaş bû' ji cihê bûyerê çûn.

Karçîk ku ji ber lêdanê ji dest, ling û rûyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê. Birazê û kekê wî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanûnî Sûltan Suleyman.

Karçîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku polîsan bi zanebûn avêtine ser mala wan û got, "Em ê vê mijarê bişopînin û giliyê wan polîsan bikin. Ne îxbarekeşaş bû, bi zanebûn hatin û li me dan û çûn. Polîtîkayeke zext û tepisandinê ye. Encama vê desthilatdarî û zîhniyeta heyî ye."

DESTPÊKÊ LÊ DAN, PIŞTRE JÎ GOTIN 'ÎXBARA ŞAŞ E'

Karçîk li ser bûyerê got, "Saet derdora 22:00, 23:00 bû, kekê min ji kanserê tedawî dibe, emeliyat jî bûbû. Ji nişka ve avêtin ser mala me. Piştî ku li biraziyê min dan, ji nişka ve deng hat. Wê demê ez li şaneşînê bûm û min çixare dikişand. Dema ku min ji wan re got, 'Kekê min nexweş e, hûn çima li biraziyê min dixin?' min kişandin û daxistin xwarê. Li rûyê min, lingê min xistin. Nasnameyên me birin. Piştre gotin 'îxbareke şaş e' û çûn."

Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya HDP'ê êrişa polîsan bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev zext û zordarî wê nikaribin wan ji têkoşîna wan vegerînin.

HDP wê li ser mijarê di 16'ê Sibatê de saet 16:00 li avahiya xwe ya navçeya Esenyûrtê civîneke çapemeniyê lidar bixe.