ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2020'an.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bingeha komploya navneteweyî qels bûye û got, şert û mercên şikandina komployê bi temamî afirîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman, yekemîn armanca stratejîk a Tirkiyeyê ew e ku Kurdan bêstatu bihêle û got, rejîma Enqereyê li Sûriyeyê neketiye nava, ketiye nava çiravê.

Şêniyên Serêkaniyê nerazîbûn nîşanî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel dan ku piştgiriya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û gotin, "Ya ku hûn dikin sûc e."

Girtiyên siyasî ku bi bayê bezê ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin sirgûnkirin, bi lêdanê li wan hate ferzkirin ku di dema lêgerînê de xwe tazî bikin.

Polîsan bi rengekî kêfî avêtin ser hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeya Esenyûrtê û piştî ku li malbatê dan gotin, "îxbareke şaş hatiye kirin" û ji cihê bûyerê çûn.

Parlamenterê Swêdî Markûs Wîechel bi pêşnûmeyeke nivîskî îdîayên ku dibêjin, dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî bi kar aniye, xist rojeva parlamentê.

Zanyar dibêjin, dermanê êşkêmkirinê Îbûprofen ku bi taybetî li dijî êşa serî tên bikaranîn, dikare rê li ber gelek pirsgirêkên tenduristiyê veke.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe li dijî pergala kapîtalîst bû hêviya gelan, ji ber wê hêzên kapîtalîst bi tecrîda 21 sal e dewam dike dixwazin Birêz Ocalan û civakê ji hev qut bikin û hêviyên azadiyê pûç bikin.