Li 3 welatan komploya navneteweyî hate protestokirin

Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kanada, Awûstralyayê û Rûsyayê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê endamên Meclîsa Gel a Kurd hatin ba hev û bi qasî 6 saetan meşiyan.

Nêzî sed kesî tevlî meşê bûn. Polîsan destûr nedan ku meşvan beşeke rê bigirin û bimeşin. Polîsan destûr nedan wesayîya mobîl jî ya ew ê sînevîzyon lê bihata nîşandan.

Çalakî li Qada Dûndasê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû. Çalakgeran piştre çelengeke reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Tirkan a li Torontoyê.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê jî Kurdistanî li Qada Town Hallê hatin ba hev, li dijî komployê stand vekirin û belavok belav kirin. Li Navenda Civaka a Kurdan a Demokratîk jî sînevîzyon hate nîşandan.

SARATOV

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 21'ê de li navçeya Krasnokût a herêma Saratovê ay Rûsyayê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li herêmê li dijî komployê li hev kom bûn û destnîşan kirin ku azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e.

Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Krasnokûtê Ramazan Bûdakov, endama Meclîsa Jinên Kurd Fatma Kadîrova, endamên Meclîsa Krasnokûtê Îsmaîl Osmanov û Îbragîm Abdîev li mîtîngê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku DYE, Yekîtiya Ewropa û hêzên din ên mezin bi hevkarî komplo pêk anîn, lê bi hewldanên Rêber Apo komplo hate pûçkirin.

Qisekeran ragihandin ku komplo tevî vê yekê jî dewam dike û gotin, "Kurd bi saya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bi pêş dikevin û wê ji niha û pê ve jî bi pêş bikevin."

Beşdarên mîtîngê tevî hewa sar jî ber bi navenda navçeyê ve meşiyan û komplo şermezar kirin.

TAMBOV

Li herêma Tambov a Rûsyayê li bajarê Mîçûrîsnkê Kurd li eywana civînê ya Mîlaremê kom bûn û komploya navneteweyî protesto kirin.

Endama TJKN’ê Fatma Arîn diyar kir ku hêzên komploger di şerxê Ocalan de hemû gelê Kurd kirine hedef. Arîn bal kişand ser vî tiştî ku êrîşên li Rojava û li parçeyên din ên Kurdistanê jî dûmahîka vê komployê ye.