18 girtiyên siyasî li girtîgeha Îranê dest bi greva demkî kirin

Komek ji girtiyên siyasî yên Kurd bi hînceta alîkarikirina li gel PKK’ê û PJAK’ê li girtîgeha Îranê hatine cezakirin. Bi boneya salvegera 21’emîn Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. 

18 girtiyên siyasî yên ku ji doza PKK’ê û PJAK’ê li girtîgeha Ûrmiyê ne, li dijî salvegera 21’emîn Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin. 

Zeyneb Celalî, Şakir Baqrî li girtîgeha Kaşmîr, Feyroz Musîzade, Siyamek Eşrefî, Kamîran Derwêşî, Beşîr Pîrmawane, Îbrahîm Îsapor, Rehmî Turgut, Sabir Kemanî, Peyman Mîrzade, Hatim Ozdemîr, Ehmed Temûyî, Rehîm Mihemed Azerî, Perwîz Nasirî, Kemal Hesen Remezan, Mihemed Mîrzayî, Hesen Sestgarî Mecîd û Elî Ehmed Silêmanî jî li girtîgeha Ûrmiyê dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Welatparêz û çalakgeran li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ji destpêka sala 2000’ê ve, ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’ê dikevin grevan.