Li Stenbolê du wesayit hatin şewitandin

Li du taxên Stenbolê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê du wesayit hatin şewitandin û teqemenî avêtin marketekê.

Komek bi navê "Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sakîne Cansiz" li navçeya Kartal a Stenbolê bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û protestokirina tecrîdê li du taxan çalakî kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di 14'ê Sibatê de li taxa Ûgûr Mûmcû du wesayitên "faşîstan" hatin şewitandin.

Komê diyar kir ku di 15'ê Sibatê de jî teqemenî avêtine marketekê û ragihand, "Heta ku dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û gelê Kurd azad bibe wê çalakî û têkoşîna me dewam bikin."