TÛHAYDER: Tecrîda li Îmraliyê li Tirkiyeyê dibe faşîzm

TÛHAYDER’ê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, “Tecrîda li ser Ocalan li Tirkiyeyê dibe faşîzm.”

Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmara (TÛHAYDER), derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û binpêkirinên mafan ên tên jiyîn de, li avahiya xwe ya Fatîhê civîna çapemeniyê pêk anî.

Hevserokê TUHAYDER’ê Husnu Taş, di civînê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan û li Îmraliyê tên jiyîn. Taş, diyar kri ku tecrîda li dijî Ocalan, bişavtin û înkara gelê Kurd, weke zext û faşîzmê bandorê li gelên Tirkiyeyê dike û weke polîtîkayên şer û dagirkeriyê jî bandorê li hemû gelên Rojhilata Navîn dike. Taş, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Hemû kes vê yekê baş dizanînin. Dema ku hevdîtin bi Ocalan re tê kirin, aştiya civakî derdikeve holê. Hevdîtinên bi Ocalan re bandorekê erênî li tevahiya welat dike.”


Taş, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û wiha got: “Êdî ji girtîgehan, darbestên girtî û hikumxwarên nexweş derdikevin. Di girtîgehan de, di bin navê navê cezayê dîsîplînê de girtiyan dixwin hucreyan, têkiliyên wan ji her tiştî tê birîn. Dîsa di dema lêgerînên qawîşan de girtî tên derpkirin. Ev pêkanînên dij demokratikin. Di heman demê de girtiyan sirgunî bajarên dûr dikin ku malbatên wan nekarin biçin hevdîtinên wan. Bi vî awayî zextên aborî û derûnî li malbatan dikin. Em bang li hikumetê dikin, demildest dawî li van pêkanînên xwe yên dij demokratîk bînin.”

DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di civînê de axivî û wiha got: “Komploya li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirsin, ji aştî û wekheviyê jî ditirsin. Tecrîda li ser Ocalan di hiqûqa navneteweyî de, hem jî di hiqûqa Tirkiyeyê de ne qanûnî ye. Divê dewlet demildest vê tecrîdê rake.”

Piştî axaftinên hatin kirin, civîn bi lêxistina çepikan bi dawî bû.