Sirgûn û êşkenceya li Girtîgeha Tekîrdagê

Girtiyên siyasî ku bi bayê bezê ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin sirgûnkirin, bi lêdanê li wan hate ferzkirin ku di dema lêgerînê de xwe tazî bikin.

Binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibe. Li girtîgehên tîpa T ên hejmara 1 û 2 ên Tekîrdagê girtiyên siyasî bi lez û bez hatin sirgûnkirin.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) li ser mijarê agahî dan ANF'ê û diyar ikrin, ku ji bo girtîgehê veguherînin girtîgeha jin û zarokan girtîgehên bi tîpa T ên hejmara 1 û 2 ên Tekîrdagê beriya hefteyekê hatin valakirin û ji girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin 15 jê ji doza PKK'ê ne.

Parêzeran ragihandin ku li sê girtiyên PKK'î yên hatin sirgûnkirin lêgerîna bi rengekî tazîkirî hatiye ferzkirin û li wan xistine.