ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Sibata 2020'an.

Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku HDP wê giraniyê bide ser du karên bingehîn û ew jî; yekîtiya neteweyî ya Kurd û tifaqa demokrasiyê ye.

Erdogan ku dît serweriya li nava artêşê û emniyetê têra wî nake, pêşî li SADAT'ê ya bi serkêşiya dostê xwe Tanriverdî vekir û bi vî rengî kir şûrê xwe yê duyemîn.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo hilbijartinên eyaleta Hambûrgê ku wê di 23'ê Sibatê roja Yekşemê de pêk werin, bang li hilbijêrên Kurd kir. KON-MED'ê hêviya serketinê ji Partiya Çep û namzetên wê re kir.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier da zanîn ku ji roja Kurdistan bêyî îradeya Kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û heta vê demê herdemê yekitî rojeva sereke ya Kurdan e û got: "Divê hin partiyên Başûr dest ji berjewendiyên xwe berdin û xebatên yekitiyê bidin meşandin."

'Gelo li gerdûnê em bi tenê ne?" Zanyarên ku li bersiva vê pirsê digerin wê bi rêya bi dehan teleskopên mezin li fezayê li jiyanê bigerin.