ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bîlançoya erdheja Îzmîrê giran dibe: 64 kes mirin
Hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirin, gihişte 64 kesan. -
Wê şoreşa Kobanê bijî
Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Stenbolê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Kadikoyê çalakiyek li dar xist û diyar kir ku wê şoreşa Kobanê bidome. -
Çalakiyên meha Cotmehê yên Yekîneyên Tolhildanê yên YPS û YPS Jin
Yekîneyên Tolhildanê yên YPS û YPS Jinê derbarê çalakiyên xwe yên meha Cotmehê daxuyanî da. -
Li gelek bajaran Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêşengiya HDP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hate dayin. -
Leşkerên Tirk li kolberan reşand, kolberek jiyana xwe ji dest da
Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê navbeyna gundê Bilindbasanê ê bajaroka Bajirgê yê Geverê û gundê Koronê yê Urmiyê li kolberên Kurd reşandin. Bi êrîşa leşkerên Tirk kolberekî bi navê Misleh Kasimî jiyana xwe ji dest da,Mislim Kasimî jî birîndar bû. -
Komalên Ciwan: Bi giyanê Kobanê tevlî nav refên gerîla bibin
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ciwan xwedî wê hêz û baweriyê ne ku bi ruhê seferberiyê faşîzmê têk bibin. -
Di Cejna Pîresêhran de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
Li Kolnê ya Elmanyayê jin komî ser hev bûn û bi çarçoweya pêngava, ''Em dibêjin na'' di Cejna Pîresêhran de kuştinên jinan hate şermezarkirin. -
Li Sydneyê çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek li dar xistin. -
Li ser 18 wekîlan 22 fezleke şandina Meclîsa Tirk
Piranî têkilî wekîlên HDP'ê 22 fezleke şandin Meclîsa Tirk. -
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedan bû hêviya cîhanê
Sazî û partiyên siyasî têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku Berxwedana Kobanê bû hêviya şoreşê ji gelên cîhanê re. -
HDP: Berxwedana Kobanê ji aliyê fîzîkî ve dawî li DAÎŞ'ê anî
HDP'ê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Şoreşa Kobanê şoreşeke jinê ye, vê berxwedana ku bi peşengiya jinê dest pê kir di heman demê de dawî li serdestiya mêr anî." -
Li Freîbûrgê çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. -
Di erdheja Îzmîrê de mirî zêde dibin
Li gorî agahiyan li Îzmîrê heta niha 43 kes mirin. -
Roja Kobanê ya Cîhanê li Romayê hate pîrozkirin
1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. -
Şehîdên meha Cotmehê li Arnhemê hatin bîranîn
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, şehîdên 25'ê Cotmehê hatin bîranîn. -
'Serketina HDP'ê, desthilatdariya AKP'ê têk bir'
Umît Dede êrişên li ser HDP'ê nirxand û got, "Serketina HDP'ê, desthilatdariya AKP'ê têk bir. Ji ber vê yekê HDP ji dema ava bûyê û vir ve dibe hedefa êrişên hikumetê." -
ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Mijdara 2020'an. -
Divê girtiyên nexweş, kal, pîr û berasteng werin berdan
Li Stenbolê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî hate dayin û hate diyarkirin ku divê girtiyên nexweş, kal, pîr û berasteng werin berdan. -
HBDH: Giyanê Kobanê wê faşîzmê biqedîne
HBDH'ê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz kir û got, ''Em ê temsîla giyanê Kobanê bikin û bi serfiraziyê ve bimeşin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê faşîzmê têk bibin.'' -
Serlêdana hevdîtinê ya ji bo dîtina Ocalan hate redkirin
Serlêdana parêzeran a ji bo dîtina muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin. -
Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de mirine gihişte 24’an
Hejmara kesên di erdheja li Îzmîrê bi pileya 6,9 pêk hat de mirin gihişte 24 kesî, dem de hejîn jî didome. -
Elmanya ji bo Erdogan wê hê jî gemiyên binderyayî hilberîne?
Partiya Keskan ji bo projeya hevpar a hilberandina gemiyên binderyayî ya Elmanyayê û rejîma Erdogan were rawestandin hewl dide ku ji Meclîsa Federal biryarê derxîne. -
Bîlmez: Tirkiye neçare ku li gorî rapora KE'yê tev bigere
Bîlmez: Tirkiye divê li gorî rapora Komîteya Herdemî ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê ku têkildarî tecrîdê hatiye dayîn tevger bike. Berovajî vê, wê derxistina Tirkiye ya ji sîstema Konseya Ewropayê bibe rojevê. -
ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Ji ber erdheja li Egeyê, li Tirkiyê û Yewnanistanê 14 kes mirin
Di erdheja bi hêza nêzî 7 pileyan a li rojhilatê Behra Egeyê çêbûyî de, li Îzmîrê 12 kes û li Yewnanistanê 2 kes mirin.