HDP: Berxwedana Kobanê ji aliyê fîzîkî ve dawî li DAÎŞ'ê anî

HDP'ê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, "Şoreşa Kobanê şoreşeke jinê ye, vê berxwedana ku bi peşengiya jinê dest pê kir di heman demê de dawî li serdestiya mêr anî."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Xelkê Kobanê beriya niha bi 6 salan, li dijî barbariya DAÎŞ'ê ku bi rê û rêbazên hovane û li dijî mirovahiyê tirs berdabûn nava dinyayê, ne tenê ji bo hebûn û nasnameya xwe, di heman demê de ji bo parastina mirovahiya azad 133 rojan bi rengekî destanî li ber xwe da. DAÎŞ a ku artêşa tecawizkar û kujer e ku bi tifaqa şer a herêmî û navneteweyî hate mezinkirin û li ser serê xelkên cîhanê bû bela, li Kobanê têk çû û berxwedana Kobanê ji aliyê fîzîkî ve dawî li DAÎŞ'ê anî.

Gelên cîhanê kêlî bi kêlî şahidî ji dilsozî û fedakariya jin û ciwanên Kurd a ji bo parastina nirxên mirovahiyê re kirin. Li ser vê berxwedanê ku ji 7 heta 70 salî her beşên civakê ji bo parastina rûmeta gel li ber xwe da, li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên girseyî yên demokratîk di 1'ê Mijdara 2014'an de Roja Piştevaniya bi Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Ji çar aliyên cîhanê gel ji bo piştgiriya bi Kobanê re dabûn ser piyan. Bi navê HDP'ê em ruhê piştevaniya enternasyonalîst a gelên cîhanê, meşaleya berxwedanê ya ku paşeroj ronî kiriye û tarîtiya DAÎŞ'ê ji holê rakir di salvegera 6'an de silav dikin.

Ya ku sala 2014'an li Kobanê qewimî hesabpirsîna azadiyê ji barbariyê bû, hesabpirsîna ronahiyê ji tarîtiyê bû, hesabpirsîna demokrasiyê ji despotîzmê bû. Wê rojê di şexsê DAÎŞ'ê de barbarî, tarîtî û despotîzm hate têkbirin. Lê belê zîhniyeta tarî ya DAÎŞ'ê hîn jî dewam dike. Ev têkoşîna dîrokî bi dawî nebûye; berxwedana Kobanê û piştevaniya ku li dora wê ava bû, hîn jî li her qadê li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê têdikoşe. Tarîtiya DAÎŞ'ê her firsendê êrişî nêrîna azad û afirînerên wê dike. Ev zîhniyet îro bi dîmenên cuda êrişî nirxên bingehîn ên mirovahiyê dike. Lêpirsîna Kobanê ya piştî 6 salan li dijî partiya me dest pê kir, mîna ku me berê jî ragihand operasyoneke tolhildanê ye, êrişa rovanşît a li dijî serketina Kobanê ye. Ji ber ku dilxwazî û kêfxweşiya vê desthilatdariyê ya ji bo têkçûna Kobanê, di ber wê de ma."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin," Partiya me di vê têkoşînê de li cem hêzên ku li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê daxwaza azadî û demokrasiyê dikin. Bi berpirsyariya mezinkirina vê têkoşînê tevdigere û bi sûda ji berxwedana Kobanê wergirtiye vê meşa xwe bi biryardarî didomîne.

Bi vê wesîleyê em 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê pîroz dikin, banga têkoşîna hevpar li gelê Kurd, dostan, her kesên azadî û demokrasiyê dixwazin dikin."