Çalakiyên meha Cotmehê yên Yekîneyên Tolhildanê yên YPS û YPS Jin

Yekîneyên Tolhildanê yên YPS û YPS Jinê derbarê çalakiyên xwe yên meha Cotmehê daxuyanî da.

Koordînasyona YPS û YPS Jin’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bîlançoya meha Cotmehê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê gel bi awayekî çalak tevlî nav pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bibe derbarê çalakiyan ev tişt hate gotin, “Di meha Cotmehê de hêzên me 2 kulûbe, 2 depo, 2 wesayîtên zirxî, 4 fabrîke, 2 wesayît, 2 mixaze, wesayîteke îstîxbaratê û bedestenek (AVM) şewitand.

Di 30’ê Îlonê de klûbeya li cihê ku komên Amîrtiya Îtfaiyeyê ya Bodrûmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mûglayê û kargeha otolastîkê heye, hate şewitandin.

Di 30’ê Îlonê de depoya kargeheke Efelera Aydinê hate şewitandin. Li Bodrûma Mûglayê jî kargehek û kulûbeya li kêleka wê hate şewitandin.

Di 1’ê Cotmehê de saet di 02.00’an de li Yeşîldereya Îzmîrê li dijî benda kontrolê ya polîsan çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Di 1’ê Cotmehê de kafetaryaya Macera park a Şaredariya Marmarîsê ya ku yek ji navenda herî mezin a Tirkiyeyê de bi sabotajê hate şewitandin.

Di 1’ê Cotmehê de li Bodrûma Mûglayê wesayîtek hate şewitandin.

Di 4’ê Cotmehê de saet di 20.30’an de li ser rêya Farqîn û Seyrantepeya Aemdê li dijî wesayîteke polîsên îstîxbaratê çalakiyek hate lidarxistin. Li Bayrakliya Îzmîrê restorana li banê avahiyeke 8 katî hate şewitandin.

Di 6’ê Cotmehê de li Ispartayê banê avahiyeke 3 katî hate şewitandin.

Di 7’ê Cotmehê de li Taxa Emîrbeyazit a Menteşeya Mûglayê garajek hate şewitandin.

Li Bazîda Agiriyê li dijî wesayîteke polîsan çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Li Wanê saet di 01.00’an de li dijî mala G.O. ya ku endama şaxê jinan a AKP’ya Wanê ye çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Di 9’ê Cotmehê di saet 20:15’an de, li taxa Xaçort a Wanê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiya bombeyî hate lidarxistin. Hêjamara mirî û birîndarên dijmin ên di encama çalakiyê de nehate zanîn, piştî çalakiyê dijminan herêm dorpêç kir.

Di 10’ê Cotmehê de, li Bodrûma Mûglayê wesayîtek hate şewitandin. Li Bodrûmê jî mixazayeke nivînan hate şewitandin.

11’ê Cotmehê li Mêrsînê li ber avahiya AVM’ê mayîna bi qumandayê hatî amadekirin teqandine, li gorî agahiyên hatîn bidestxistin 8 kes birîndar bûne.

Di 16’ê Cotmehê de, li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Mîlasa Aydinê atolyeyek a merengoziyê şewitandine.

Li hinek xalên navçeya Fethiye ya Mûglayê çalakî hatine kirin.

18’ê Cotmehê li taxa Vakfikebir a Trabzonê çalakî hatiye kirin.

20’ê Cotmehê li Bodrûma Mûglayê li dijî otelekê çalakî hatiye kirin.

26’ê Cotmehê li taxa Eyyupkent a navçeya Eyyubiyeya Rihayê depoyek a pêlavan hate şewitandin.

28’ê Cotmehê li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê febrîqeya çirçir hate şewitandin.