Bîlançoya erdheja Îzmîrê giran dibe: 64 kes mirin
Hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirin, gihişte 64 kesan.
Hejmara kesên ku di erdheja Îzmîrê de mirin, gihişte 64 kesan.
Wezîrtiya Karên Hindurîn û Seroktiya Bobelat û Rewşa Lezgîn (AFAD) a li Tirkiyê ragihand ku hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de mirine bûye 64 kes.
Li gorî daxuyaniyê 940 kes birîndar bûne, ji vana 722 kes hatine tedawîkirin, 218 kes jî tedawiya wan didome.
Li Îzmîrê hîn li 8 avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome.
Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku piştî erdhejê 43 jê di ser pileya 4'an re hejiyane.