Serlêdana hevdîtinê ya ji bo dîtina Ocalan hate redkirin

Serlêdana parêzeran a ji bo dîtina muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarisac, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez a roja Înê ji bo dîtina mûwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serlêdana dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 2’emîn a Bûrsayê bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan a 23’yê Îlonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sê girtiyên din hatibûn dayîn, hate nîşandna û serlêdana hevdîtinê red kir.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarisac û Newroz Ûnsal piştî 8 salan 2,22’yê Gulan, 12,18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi muwekîlê xwe re kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê jî 23’yê Îlonê li hember Ocalan bi hinceta ‘Nexşerêya’ ku li gel parêznameyên xwe ya sala 2009’an ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê şandibû ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtinê hatibû danîn.