Şehîdên meha Cotmehê li Arnhemê hatin bîranîn

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, şehîdên 25'ê Cotmehê hatin bîranîn.

Hevseroka DEMNED'ê Rojda Rengîn li civîna bîranînê axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdan gihîştine vê demê û got, "Bi mezinkirina têkoşîna azadiyê em dikarin hêjayî wan bin. Ji ber vê yekê jî heta ku Kurdistan û gelê Kurd azad bibe em ê bêrawestan têbikoşin."

Aktîvîta TJK-E'yê Zeynep Zelal piştre axivî û bûyerên dawî yên li Başûrê Kurdistanê nirxand. Zeynep Zelal got, "Îro ji şexsê PDK'ê de xiyanetek heye û dagirkeriya Tirk bi piştgiriya DYE'yê dewam dike. Li dijî vê yekê jî berxwedan heye. Li Başûrê Kurdistanê, komploya li dijî Rêberê me hate kirin bi rêbazeke cuda dewam dike. Ambargoya li ser Mexmûrê, biryara darvekirinê ya PDK'ê da 2 ciwanên Kurd, lihevkirina li dijî Şengalê, tevgera dagirkeriyê ya giştî ya li ser Başûrê Kurdistanê, gefên li ser destketiyên li Rojava, êşkenceyên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê parçeyek ji vê pêvajoyê ne Divê em bersivê bidin vê pêvajoyê."

Civîna bîranînê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.