Roja Kobanê ya Cîhanê li Romayê hate pîrozkirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Îtalya Romayê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Çalakger li qada Pîazza Mîrtî ya li navenda bajêr li hev kom bûn û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.

Çalakgeran di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Di çalakiyê de bi navê RETE Kurdistan Vîncenzo Mûlîccî axivî û anî ziman ku berxwedana Kobanê li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê ya faşîst û paşverû destaneke mezin a berxwedanê bû û got, "Dîrok û mirovahî wê şoreşa li Rojava û berxwedana destanî ya li Kobanê zanibe, wê nas bike."

Aktîvîst Stafetta Sanîtarîa û Osvaldo Gîûîano jî li qada çalakiyê axivîn, Roja Kobanê pîroz kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.