Li ser 18 wekîlan 22 fezleke şandina Meclîsa Tirk
Piranî têkilî wekîlên HDP'ê 22 fezleke şandin Meclîsa Tirk.
Piranî têkilî wekîlên HDP'ê 22 fezleke şandin Meclîsa Tirk.
Derheqê 18 wekîlan, ku di nav wan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Serokê Giştî yê Partiya Komarparêz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu jî hene, bi daxwaza ku destlêdana wan were rakirin 22 fezleke gihaşttin Meclîsê.
Ji fezlekeyan 7 jê derheqê wekîlên HDP'ê ne, yek jê jî derheqê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz e.
Wekîlên HDP'ê ku derheqê wan fezleke hatine şandin: Pervîn Buldan, Huseyîn Kaçmaz, Murat Çepnî, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Semra Guzel, Ayşe Acar Başaran.