ROJANE
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Agir a li ser şewitandinê
Însiyatîfa Zarokên Agir di navbera 5-7'ê Mijdarê de hin çalakiyên şewitandinê li dar xist. -
Li Oldenbûrgê çalakiya pankart û afîşan
Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart û afîş hatin daliqandin. -
CDK-F li ber daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê rabû
CDK-F'yê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya doh a Wezareta Karên Derve ya Fransayê da û diyar kir ku bi rêya vê daxuyaniyê, bi rengekî gemarî û neheq, gelê Kurd hatiye sûcdarkirin. -
Êrişkariya PDK'ê li Rûsyayê hate şermezarkirin
Kurdên li Rûsyayê provakasyonên PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi dewleta Tirk re bi heman demê, şermezar kirin. -
Li Bordeaûxê pankart hate daliqandin
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta bi nivîsa "Abdullah Ocalan 7665 roj in tecrîdkirî ye" li navenda bajêr hate daliqandin. -
Jeffrey dema ku çû jî dijminatî li Kurdan kir
Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ku bi piştgiriya xwe ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk û bi polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan tê naskirin, dest ji wezîfeyê berda. -
Ciwan bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" daketin kolanên Parîsê
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. -
'Kurd divê pirsgirêkên nava xwe bi rêya demokratî çareser bikin'
KOMAW'ê têkildarî aloziya ku ji ber êrişên PDK'ê zêde bû daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kurd divê pirsgirêkên li nava xwe bi rêbazeke demokratîk çareser bikin. -
Jin ên ciwan li dijî qirkirina jinê li Maînzê daketin qadan
Aktîvîstên Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) û Jin ên Xwedekar ên Kurdistanê (JXK) li dijî tundiya li jinê û qirkina jinê li bajarê Maînz ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. -
'Ceren Guneş meşaleya azadiya jinê ya Tirkiyeyê ye'
Berdevkê Yekîtiya DKP'ê Ekrem Demîrcî, Ceren Guneş a ku li Serêkaniyê şehîd bû bi bîr anî û got, "Ceren nirxek e ku li nava Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê mezin bû. Lê ji wê jî girîngtir, meşaleya azadiya jinê ya Tirkiyeyê ye." -
1500 kesan bang kir: Em li dijî şerê navxweyî ne
Ji bo pêkanîna aştiyeke di navbera Kurdan de 1500 rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên li her dera dinyayê bang kirin ku şerê navxweyî wê bobelatê, aştiya navxweyî jî wê azadiyê bîne. -
Divê Ekîm Polat a 23 salî serbest bê berdan
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, xwest girtiya nexweş Ekîm Polat (23) ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê were berdan. -
‘Divê girtiyên nexweş û bi temen bên azadkirin’
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bal rewşa girtiyê nexweş Omer Yaman ê 65 salî ku nexweşê tansyonê ye. -
MEBYA-DER: Deng bidin dengê girtiyan
MEBYA-DER bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan pêk tên û got: “Em bibin dengê girtiyan.” -
Rewşa girtiyê nexweş Kaya yê 85 salî giran e
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ragihand ku girtiyên nexweşê giran Abdulhalim Kaya yê 85 salî ku li girtîgehê nayê dermankirin, rewşa wî pir giran bûye û ser hişê xwe çûye. -
Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê Sûriyê Jeffrey îstîfa kir
Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey îstîfa kir. -
Gardiyanên li Gebzeyê zextê li girtiyan dikin
Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê gardiyanên bi şewba Covîd-19 ketine ji bo girtiyan dibêjin; ‘Ji xwe hûnê bimirin’ zextên derûnî dikin. -
ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojevên ku li Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê derketine pêş. -
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Karakaş girtin
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Îbrahîm Karakaş ji aliyê daraza Tirk ve hate girtin. -
‘Di dema şewbê de binpêkirina li dijî girtiyan zêde bûye’
STO’yiyan bal kişandin ku di pêvajoya şewbê de mafên girtiyan tê binpêkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir rêze çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir, li Bûsa, Îzmîr, Enqere û Kocaeliyê rêze çalakî kirin. -
Li Mêrdînê kesek hate girtin
Di serde girtina malan a 29’ê Cotmehê de ji yên hatîn destgîrkirin Lokman Findik girtin û 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. -
Li Basel û Hambûrgê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Ciwanan li bajarên Basel û Hambûrgê pankart daliqandin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Li Orebro çalakiya pankart û afîşan
Li bajarê Orebro yê Swêdê ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afîş daliqandin. -
Li dijî DAÎŞ û faşîzma Erdogan wê li 7 bajarên Elmanya çalakî pêk bên
KON-MED'ê li dijî êrişên ku DAÎŞ'ê li Fransa û Awûstûryayê kir, wê sibe li 7 bajaran çalakiyan pêk bîne. Her wiha bang li Ewropayê jî kir ku li dijî rejîma Erdogan a ku çeteyan bi çek dike, helwestê nîşan bide.