Di Cejna Pîresêhran de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
Li Kolnê ya Elmanyayê jin komî ser hev bûn û bi çarçoweya pêngava, ''Em dibêjin na'' di Cejna Pîresêhran de kuştinên jinan hate şermezarkirin.
Li Kolnê ya Elmanyayê jin komî ser hev bûn û bi çarçoweya pêngava, ''Em dibêjin na'' di Cejna Pîresêhran de kuştinên jinan hate şermezarkirin.
Aktivîstên JXK'ê û TÊKO JIN li Kolnê ya Elmanyayê komî ser hev bûn, ji bo ku balê bikişînin ser kuştinên jinan li navenda bajêr çalakiyek li dar xistin. Jin, ên ku bi çarçoweya pêngava, ''Em dibêjin na'' komî ser hev bûn, li kolana şên a bajêr çalakî kirin û kuştinên jinan şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên ku balê dikişinînin ser kuştinên jinan bi Elmanî û Kurdî hatin vekirin. Gelek caran bi dirûşmetan hate gotin, ''ji kuştinê re na'', ''ji baviksalariyêre na'' û ''bes e jiyana di rikehê de''.
Jinan ji bo ku balê bikişînin ''kuştina Pîresêhran'' a Serdema Navîn bi cil û bergên pîresêhran tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê Komîteya Amadekar axaftin hatin kirin, çalakî bi govendê bidawî bû.